Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê pêşmerge, û birayê şehîdekî PDKÎ koça davî kir

15:17 - 13 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Hacî Mihemed Hesenpûr babê pêşmergeyekî PDKÎ di bajarê Serdeştê de malavahiya jiyanê kir.

Li gor nûçeya giheştiye Malpera Kurdistanmedia yê, roja Çarşemiyê 22’ê Berfanbara 1395’an Hacî Mihemed Hesenpûr babê Saman Hesenpûr pêşmergeyê PDKÎ di temenê 67 saliyê de bi sebeba nexweşiyê malavahî ji jiyanê kir.

Hacî Mihemed kurmamê kesayetiyê siyasî û endmê Komîteya Navendî ya PDKÎ mamosta Hesen Şîweselî û birayê şehîd Omer Hesenpûr bû. Termê navbirî di nav girseya xelkê de di bajarê Serdeştê de di gorstaneke wî bajarî de bi axê hate spartin.

Hacî Mihemed di sala 46 -47an de yek ji endamên çalak yên PDKÎ bûye, û cihê bawerî yê şehîd Silêman Mo+înî û Mela Aware bû.

Piştî serkevtina şoreşa gelên Îran demekê çeka şerefê hilgirtibû milê xwe, û digel hevrê mamosta Hesen Şîweselî bû. Piştî girtina bajarê Serdeştê Hacî Mihemed bona serperestîkirina malbata xwe zivirî ser jiyana xwe.

Şehîd Omer birayê Hacî Mihemed pêşmergeyê PDKÎ ye, ku di roja 22ê Gelawêja sala 1375’an di şerekî li dijî dagirkerên Kurdistanê bi lehengî tevlî karvanê şehîdan bû.

Ne zext û givaşa rejîm, ne şehîdbûyîna Omer û ne jî rûdawa dilşevat a mamosta Hesen Şîweselî, tu bandoriyek li ser baweriya Hacî Mihemed nedanî, û navbirî rêya PDKÎ berneda.

Di demsala havîna derbazbûyî de jî, kurê Hacî Mihemed, Saman Şîweselî çeka pêşmergatiyê girte milê xwe, û xwe di Rasana 1395an de dît, û rêya malbata şoreşger û welatparêz girte pêşiya xwe.

PDKÎ sersaxiya xwe li malbat û xizim û kesûkarê navbirî dike, û xwe şerîkê xema wan dizane.