Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Routers”: Spaha Pasdaran deshilata xwe zêdetir dike

15:56 - 15 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran di salên bê de, wê Îranê ber bi siyasetê hişk û îzolebûnê ve bibe.

Nûçegihaniya “Routers” ji zimanê hinek ji şirovekaran ve ragehandiye: “Di demekê de ku hilbijartina serkomariyê di Îranê de di meha Gulanê de wê bi rê ve here, gellek pirsên cidî li derbarê tendurustiya rêberê rejîma Îranê hene, û Spaha Pasdaran wê ew derfet hebe ku lahêzên curbicur ên deshilatê bi dest ve bigre.

“Routers” herwisa dinivîse ku: “Herçend ku hinek ji berpirsên payebilind ên Spaha Pasdaran rêz ji Refsencanî digrin, bi sedema xebata wî ya li gel Xomêynî bona hiloşandina hikûmeta Şah di sala 1979’an de, lê ew kesane di rûniştinên xwe yên taybetî de ji mirina Refsencanî nerehet nînin”.

Elî Ensarî serokê navenda Îrannasiya zanîngeha “Sint Endroz” bi nûçegihaniya “Routers”ê got: “Fermandarên Spaha Pasdaran gellekî kêfxweş in ji mirina Refsencanî, û ji bo Refsencanî rondikên tîmsahê dirêjînin”.

Herwisa “Routers”ê ji zimanê şirovekaran ve nivîsandiye ku ji niha şûnda Spaha Pasdaran dikare roleke girîng di hilbijartina cihgirê Elî Xamineyî de bilîze.

Mijara cihgiriya Xamineyiyê 77 salî, di sala 2014’an de, dema ku ew di nexweşxaneyê de hate razandin, zêdetir ji berê kete ber bas.

“Routers” ê pêdagirî kiriye ku niha tu vebijêrkekê bextê zêdetir bona cihgiriya Xamineyî tuneye, lê yek ji berbijêrên bihêz Ayetullah Mehmûd Haşimiyê şahrûdiyê 88 salî ye ku pêştir serokatiya Dezgeha Dadweriyê dikir.

Herwisa bas ji wan kesane jî heye: Sadiq Amiliyê Larîcanî 55 salî serokê niha yê Dezgeha Dadweriyê, Mihemed Teqî Misbahê Yezdî ji dijberên cidî ê reformxwazan. Lê temenê Misbah Yezdî ku 82 salî ye, renge bextê wî bona bidestvegirtina vê postê kêm bike.