Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salroja Komara Kurdistanê di Seqizê de bilind hata ragirtin

20:36 - 15 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Di nêzîkbûna salroja Komara Kurdistanê de, di bajarê Seqizê de, çalakiyên teblîxî bi rê ve çûn.

Li gor nûçeya giheştiye Malpera Kurdistanmediayê; tekoşerên Demokrat di bajarê Seqizê de, careke din salroja damezrandina Komara Kurdistanê di roja 2’yê Rêbendanê de, bilind ragirtin, û çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Endam û alîgirên PDKÎ di bajarê Seqizê de, di taxa tepeyê Gorre Cûleke, Cutyaran, Bolwara Terbiyet, Qewvx, Şehreka Danişgah, Parga Gulan, Felekeya Mader û Sêrêya Berdbiran, poster û wêneyên taybet yên vê roja dîrokî belav kirin.