Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînerek li ser pirsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê di Swîsê de bi rê ve çû

20:37 - 15 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya PDKÎ di semînera ku li ser pirsa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê di bajarê Zorîxê de bi rê ve çû, beşdarî kir.

Roja Şemiyê 25’ê Berfenbara 1395’an, şandeke komîteya PDKÎ di welatê Swîsê de bi beşdariya Enwer Berdiya û Hemîd Xaliqpesend endamên Partiya Demokrat di Swîsê de, beşdarî di semînara taybet li ser pirsa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê de kirin.

Ew seminar bo Hebîb Mistefa berpirsê pêvendiyên Derve yê Partiya Yekîtiya Dmokratên Kurd di Sûriyê pêk hatibû.

Navbirî di beşek di gotinên xwe di derheqê pêvendiyên digel rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê got: Wek ku hûn hemû agahdar in rejîma komara Îslamiya Îran û Sûriye desteke berfireh hebûne di vêrankirinên di Sûriyê de, û ez bi xwe li dijî vê yekê me ku rejîma Îranê bo hevkariya Sûriyê şer dike, belku armanca rejîma Îranê vegeşandina baweriyên mezhebî û îdeolojî û alîkarîkirina Hizbullaha Lubnanê ye.

Navbirî herwisa opzîsiyona Sûriyê rexne kir û got ku: Opzisiyona Sûriyê deheqê pirsa Kurd dîtingeheke zelal tuneye.