Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li ser egerên ragehandina dewleta Kurdî bi rê ve çû

20:43 - 15 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ di semînara “egerên ragehandina dewleta kurdî” ku di peymangeha teknîkî ya Heybet Sultan a Koyê de bi rê ve çû, beşdarî kir.

Li ser daxwaza fermî ya rêkxirawa Geşekirina Lawên Kurdistanê, heyeteke PDKÎ roja Yekşemiyê 26’ê Befranbarê, bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ di semînara egerên ragehandina dewleta Kurdî de beşdarî kir, ku ji bo Pro. Dr. Hûşmend Elî hatibû rêkxistin.

Di vê semînarê de, Dr. Hûşmend ronahî xiste ser aliyên curbicur ên dîroka hevçerx a Kurd û xalên bihêz û lawaz ên hikûmetên Kurdistanê, wekî hikûmeta Melik Mehmûd, Komara Kurdistanê, û hikûmeta Herêma Kurdistanê paş sala 1991’an.

Di beşeke din ya vê semînarê de, Dr. Hûşmend rewşa niha ya xebat û tekoşîna neteweya me, û bi taybetî li Başûra Kurdistanê şirove kir, û ragehand ku dibe hêzên siyasî yekgirtî bin, û bingeheke bihêz ya aborî hebe, da ku di dema ragehandina dewleta Kurdî de, ew dewlet bi başî bihê parastin.

Di vê semînarê de, Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ di beşa pêşniyar û boçûnên beşdaran de, boçûnên PDKÎ li ser dewleta Kurdistanê bas kirin, û ragehand ku, em di hemû qonaxan de palpiştê berjewendiyên bilind ên neteweya Kurd bûne.