Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bo rêzgirtina ji şehîd Resûl Mihemedzade û Dr. Silêman bi rê ve çû

21:01 - 15 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurditsanê li Parîsê rêûresmek bo şehîd Resûl Mihemedzade û Dr. Silêma çirukaya bi rê ve bir.

Roja 24’ê Befranabrê bi alîkariya Deftera Nûneratiya PDKÎ li Parîsê, Deftera Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, HAK-PAR û çendîn hizb û aliyên siyasî ên beşên din ên Kurdistanê merasimek bo şehîd Resûl Mihemedzade û Dr. Silêma ku di şerê digel DAÎŞê de jiyana xwe gorî kiribûn, bi rê ve çû.

Ew merasim bi xwendina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Selîm çirukaya birayê şehîd Dr. Silêman Çirukaya ku tevî heyetekê ji Almanyayê ve bo beşdarîkirina di vê merasimê de serdana Fransayê kiribû, basek li ser jiyan û serpêhatiyên neteweya Kurd di Tirkiyê di salên 70 û 80’î ya Zayînî de kir, ku ziman û deb û resma kurdewarî di Bakura Kurdistanê de qedexe kiribûn, û tu kesî nedikarî bi zimanê Kurdî baxive. Her vê yekê jî wisa kir ku Dr. Silêmanê ciwan ku xwendekarê zankoyê bû, dev ji xwendinê berde, û welat bi cih bihêle, û here Dola Beqa’ê, û tevlî PKK’ê be, û dest bi xebat û berxwedanê bike. Dr . Silêman paş mana bo heyama deh salan di nava refên PKK de, vê partiyê bi cih dihêle, û piştre tê Ewropa û di welatê Almanyayê de cihgir dibe û di Almanyayê de xwendina xwe tewaw dike.

Piştî vê ku DAÎŞê êrîş kire ser Kurdistana Başûr, û bi taybetî li ser Kurdên Îzedî li Şingalê, Dr. Silêman ji Almanyayê ve tê Kurdistanê û beşdarî şer dibe, û hêza xwe ya leşkerî di warê fêrkariya bo hilgirtina mayînan û teqemeniyan dixe kar, û hevdem gellek kesan fêr dike, lê mixabin di dema operasiyonekê de bo hilgirtina mayînan, mînek diteqe, û piştî birîndarbûnê, û gihandina wî bo derveyî welat, jiyana xwe fîda dike.

Piştre Hsen şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ jî di vê derheqê de gotarek pêşkêş kir. Serefî di axavtina xwe de îşare bi xebata hêzên Kurd kir, û got ku di riya rizgariya nîştiman û Kurdsitanê de, me gellek şehîd dane. Bêguman me, wê şehîdên dinê jî hebin, lê ya girîng ew e ku ne tenê emê Kurd, dibe agehdar bin, belkû dibe dijminê me jî vê yekê bibînin, ku asta hişyariya neteweya kurd gihaye radeyekê ku Kurdên Bakura Kurdistanê, û ên Rojhilat bo parastina deskevtên Kurdistana Başûr tên û jiyana xwe fîda dikin, û xwîna wan têkelî hev dibe.

Eva tê vê wateyê ku Kurd yek netewe ye, û Kurdistan yek xak e, û hesta wan ya hevsoziyê bo hevdu zêdetir geşe kiriye.

Piştre îşare bi fêrkirina komek ji kadr û pêşmergeyên PDKÎ ji aliyê Dr. Silêman ve bo hilgirtina mayînan kir, û her li ser daxwaza wî jî, hevalên me ku kak Resûl Mihemedzade yek j iwan bû, bo hilgirtina mayînan hevakrê Dr. Silêman bûn.

Şerefî di doma axavtina xwe de, bas ji taybetmendiyên şehîd Resûl di nava refên PDKÎ de kir, û bas ji asta pêgihîştina navbirî kir. Serefî di dawiyê de pêwîstiya rêzgirtina ji şehîdan, û domandina riya wan, wekî erk û wezîfeya her kurdekî welatparêz da zanîn.

Di beşeke din ya vê merasimê de, fîlmeke dekomentarî li ser jiyan û xebata Dr. Silêman hate nîşandayîn.

Piştre Elî Dolemerî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê çend gotinek pêşkêş kirin, û navbirî got ku ji bîra me neçe, ku di serdema komara Kurdistanê de, Kurdên Başûr jî, bi taybetî Barzanî beşdar bûn, û şehîd jî dan.

Dolemerî herwisa hate ser behsa serdana vê dawiyê ya Franswa Oland serkomarê Fransayê bo kurdistanê, ku di vê serdanê de, navbirî destê dayîka sê şehîdan maçê kir, ku jiyana xwe goriyê riya parastina welat kirine.

Piştre Pro. Mîdaz Oxlo ku yek ji hevalên nêzîk ên Dr. Silêman bû, gotarek bi zimanê Tirkî pêşkêş kir, ku tê de şehîd Silêman bi Çegwarayê Kurdan şibihand.

Navbirî got ku wan du kesan, gellek xalên wan ên hevbeş hene, ku yek ji wan xalên hevbeş ew e ku, wan serê xwe şorr nekiriye di hemberî zulm û zordariyê de. Navbirî di dawiyê de got: “Bibîranîn jiyan e, û jibîrkirin mirin e, lewra em hertim şehîdên xwe bibîr tînin”.

Di vê merasimê de hunermenda Kurd Rojîn jî, ku ji hevalên Dr. Silêman bû, axivî û got: “Dr. Silêman sibehiya roja ku şehî bû, telefon ji min re kir, û got hekî ez şehîd bûn, li ser min sirûdekê çê bike”.

Piştre Rojînê ew sirûda xwe ya nû, ku li ser şehîd Dr. Silêman çêkiribû xwend.

Di vê merasimê de, heyeteke PDKÎ bi serperestiya cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ, û nûnerê PDKÎ li derveyî welat, û berpirs û nûnerê komîteya PDKÎ li Fransayê, û hejmarek ji endamên PDKÎ beşdar bûn.