Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Amerîkayê pêşniyara rewandina Qasim Silêmanî yê terorîst tê kirin

14:05 - 16 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Nawendekî Nûçegihaniya Dewletî ya ser bi rejîma Îslamî ya Îranê îdî’a dike ku, li Amerîkayê pêşniyar bi Donald Trump hatiye kirin ku, mezine terorîstê Îranî yê bi navê Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve were revandin.

Başgahê Xebernêgaran ku nawendekî nûçegihaniyê ya ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê ye dibêje ku, “Maykil Rûbîn” ê lêkolerê nawenda Amerîkayî ya bi navê “The American Enterprise”ê, ku di warên berevanî û bêtirkirina rewşa binyatên azadiya Amerîkayê, û sermayegozariya demokratîk a dewletî, û bongahên taybetî, û azadî û berpirsatiya takekesî, û siyaseta berevanî û derveyî yê hoşyarane û bi bandor, û qebûlkirina berpirsatiyê de çalak e, pêşniyar daye dewleta nû ya Amerîkayê ku hewla rewandina Qasim Silêmanê yê terrorist bide.

Eva di demekî de ye ku hevdem şêvirmendê paye bilin yê Qasim Silêmanî ku çend rojan berî niha weke balyozê rejîma Îslamî ya Îranê li Bexdayê hate diyarîkirin ragehandiye ku, Niha êdî Mûsil û Lubnan û Heleb û Sûriyê, xetên moqedem ên Îranê ne.

Terorîstê Pasdar Δrec Mescidî” dibêje ku, “Duh xetê moqedem yê rezmendeyên Îranê, Abadan û Xorremşehr û Mêhran û Hacî Omeran bû, lê niha Mûsil û Lubnan û Heleb û Sûriye ne”.