Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behrêynê 3’ê girtiyên Şî’e îdam kirin

14:33 - 16 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Dewleta Behrêynê 3’ê girtiyên ku di kuştina 3’ê efserên polîsê Behrêynê di sala 2014’an de tawanbar bûn, roja Yekşemiyê berwarê 15’ê Çileya Paşîn a 2017’an, îdam kirin.

Li hemberî vê kiryara dewleta Behrêynê, rejîma Îran ku yek ji rexnegirên sereke yên dewleta “Sonî Meseb” ya Behrêynê tê hesibandin, nerazîbûna xwe nîşan daye û dibêje: Îdamkirina wan 3’ê girtiyan karek ne dirust e.

“Behram Qasmî” Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê, serbarê mehkûm kirina îdama wan 3’ê girtiyan li Behrêynê, ragehand ku; Hikûmeta Behrêynê careke din nîşan da ku naxwaze pirsgirêkan çareser bike, û tu rêyek bona çareser kirina kirîzên Behrêynê nine.

Hikûmeta Behreyînê jî, nerazîbûnên rejîma Îslamî ya Îranê lidor îdamkirina wan 3 girtiyên Şî’e red dike, û rejîma Îranê bi destêverdana di karûbarên welatên navçeyî de tawanbar dike.

Hejmarek ji Çalakên Mafê Mirovan ên Şî’e li Behrêyînê, idamkirina wan 3’ê kesên şî’e bi tundî rexne kirin, û roja Yekşemiyê weke Roja reş binav kirin.