Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump rexne li Rûsiya û Bercamê girt

21:00 - 16 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Donald Trump, serokomarê Amrîkayê dibêje ji lihevkirina navikî digel Îranê nerazî ye, û li gor wî, eva yek ji xiraptirîn rêkevtinname ye ku heyanî niha hatiye kirin.

Navbirî ku heyanî çend rojên din deshilata koşka Spî bi dest digire, di gotûbêjek xwe di gel Taymz a Birîtanyayê de radigihîne: Ez ji we re nabêjim ku dixwazim ligel rêkevtina navkî çi bikim. Ez naxwazim ku tenê ligel kartên we bileyîzim. Ez nabêjim ku dixwazim filan karî bikim. Belku ev karê ku divê bikim, ezê bikim.

Trump di dirêjiyê de, rexneyên ji destêverdana Rûsiyayê di Sûriyê de girt, û got ev pirsgirêke bûye sebeba kirîzeke mirovahiyê di Sûriyê de.

Herwiha Serokomarê hilbijartî yê Amrîkayê got: Bi boçûna min divê di Sûriyê de gellek navçeyên aram çêbikin. Eva xerceke gellek hildigire, û divê ji welatên Kendavê jî daxwaz were kirin da ku vê xercê dabîn bikin.

Trump di pêvendî digel derçûna Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewrûpayê de gotiye: Piştî Birîtanyayê welatên din jî, ji Yekîtiya Ewrûpayê diçine derve.

Herwiha navbirî di pêywendî digel peymana Atlantîka Başûr de got: Rêxistina Nato rêxistineke ku dema vê ser de çûye.

Donalid Trump rexne ji siyasetên Angêla Merkêl jî di pêyvendî digel koçberan de girt û got :Merkil di babeta koçberan de tûşî şaşitiyeke mezin bûye.