Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistana Bakûr 2 teqîn çê bûn

14:32 - 17 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Li bajarê Amedê teqînek rû da û di encama vê teqînê de hejmarek kuştî û birîndar hene.

Li gorî nûçeyên belav bûyî, teqîn li navçeya Sûra Amedê û di nava kampa Zanîngeha Dîcleyê de rû daye, û di encama vê teqînê de 6 polîsên Tirkiyê bûne qurbanî.

Ev teqîn di dema derbazbona otomobîla hêzên polîsînên Tirkiyê de, rû daye.

Li gorî agahiyên belav bûyî, bûyer di encama teqîna bombeyekê de ku li ser rê hatibû danîn, çê bûye û di encama vê teqînê de 4 polîs hatine kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Piştî teqînê polîsên dewleta Tirkiyê di cihê bûyerê de amade bûne û rê ji hatin û çûyînê girtin.

Hêjayî besêye ku, li navçeya Şirnixê ya li Bakurê Kurdistanê jî, teqînek rû daye, û di encam de 5 kes birîndar bûne.

Ev teqîn di dema ku mekîneyên taybet, mijûlî çêkirina boriyên ava vexarinê bûne, rû daye.

Di derbarê vê teqînê de heyanî niha tu agahî li ber dest nine. Lê tîmên lihewarhatinê kesên birîndar bona dermankirinê rakirne nexweşxwaneya wî bajarî.