Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Partiya Demokrat li bajarê Hewlêrê de koça davî kir

21:14 - 17 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Azad Hunerpejû endamê PDKÎ bi sebeba bûyera hatin û çûyînê li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê malavayî ji jiyanê kir.

Roja Yekşemiyê 27’ê Berfanbara 1395’an endamekî PDKÎ bi navê Azad Hunerpejû kurê “Se’îd Kerîm xelkê bajarê Bukanê, li ser rêya Hewlêr-Mesîf tûşî rûdawa hatin û çûyînê dibe û rojek piştî vê di nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Azad Hunerpejû sala 1374’ an dibe endamê PDKÎ û di sala 1379’an bi fermî dibe pêşmerge, û di komisyona Perwerdê de mijûlê xizmetê dibe, û piştre rû li welatê Kanadayê dike.

Navbirî di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye, û asta xwendina destpêkî heyanî dîplomê di bajarê Bukanê de xilas kiriye, û di sala 1371’an de xwendina xwe di beşa Elektirîkê de didomîne, û di encam de, bi sebeba siyasetê warê xwe bi cî dihêle û tevlî PDKÎ dibe.

Malbata Hunerpejû di navçeya Bukanê û Seqizê û Feyzollabegî de, binavûdeng û cihê rêz û baweriya xelkên ne.

PDKÎ sersaxiya malbat û xizm û kes û karên navbirî dike, û xwe şerîkê xema wan dizane.