Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza 225 sal hebsê bo Hevserokên HDP’ê hatiye kirin

13:55 - 18 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Dozgeriya Turkiyayê bi giştî 225 sal girtîgehê bo her du hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan, Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yoksek Dax kirine.

Dozgeriya Turkiyayê roja Sêşemî 17’ê Çileya Paşîn a 2017’an Selahedîn Demîrtaş bi rêberiya rêkxistinekî terorîstî û herweha bangeşeya bo terorê tawanbar kir û daxwaza cezaya 142 sal hebsê bo wî kirin.

Nawenda nûçegihaniya Anadoliyê ragehandiye ku, Selahedîn Demîrtaş bi rêberiya partiyekî neyasayî hatiye tawanbarkirin ku berpirsyarê hemû şer û aloziyên sala 2014’an e ku di pêvajûya xwenîşandanên li dijî dewletê hatine encamdan û di encam de 30 kes hatine kuştin.

Hevdem daxwza 83 sal girtîgehê bo Fîgen Yoksek Dax a hevseroka HDP jî, hatiye kirin.

Eva di demekî de ye ku Partiya Demokratîk a Gelan Sêhemîn partiya mezin a Turkiyayê ye û Turkiye wan girêdayî bi PKK’ê dide zanîn, lê PKK vê yekê ret dike.

Ev biryara Turkiyê di demekî de ye ku parlemênta Turkiyayê sala derbazbûyî yasaya parêzbendiya parlimantaran hiloşand, da ku rêyê bo dadgehîkirina parlimantarên Kurd xweş bike.