Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sefera Yildirim bo Kurdistana Başûr bi çi meremekî bû?

16:16 - 20 Kanûna Paşîn 2017

Elî Munezemî

Di despêka sala 2017’an a Zayînî de, berê Firansawa Oland yê serkomarê Firansayê û piştre jî Bînaylî Yildirim yê serokwezîrê Turkiyê, û her yek bi serokatiya şandeke, serdana Bexda û Hewlêrê kirin. Ev serdan ji aliyê hinek ji rayedarên Herêma Kurdistanê ve weha hatin şirovekirin ku, merem û encama sefera wan du şandeyan, hevtiraz dihatin berçav. Lê bo me ku heya qasekî li siyasetên her du aliyan şareza ne, ferq û cudahiyan bi başî dibînin.

Her weke şêweya deshilatdariyê di wan her du welatan de cuda ye, armanc û kiryarên wan jî li ser asta siyasetên derve yên wan, bi awayekî xwezayî ji hevdu cuda ne.

Siyasetên derve yên welatekî weke Firansayê ku ji şaşitiyên xwe ên derbazbûyî li hemberî gelê Kurd ders wergirtine û piraniya rêberên wan xwe bi dostên gelê Kurd dizanin û herweha di welatê wan de buhayên demokrasiyê heya astekî bilind vegeşiya ne, û têkiliyên wan digel Kurdistanê dikare bibe sedema geşekirin û pêşkevtina demokrasiyê di Kurdistanê de jî, û nikare hevtiraz be digel siyasetên welatekî Sêmî-Demokratîk ku, hêj pirsa gelê Kurd tê de nehatiye çareserkirin.

Bona vê ku di vê gotarê de zelaltir û lojîkîtir li ser hatina weha şandeke bo Kurdistanê baxivîn, hewlê didim ku bi mifahwergirtin ji hinek teoriyên Zanista Ramyariyê, li ser têkiliyên derve û têkiliên navnetewî, vê mijarê bixim be bas û lêkolînan.

Şiroveya serdana Yildirim ji du nêrînên cuda ve

Em dikarin bi mifahwergirtina ji teoriya Rê’al Politîk wate “Siyaseta Rast Bawerî” di zanista têkiliyên navnetewî de awriyekî ji serdana Bînaylî Yildirim bidin.

Her weke em dibînin di Rê’al Politîk’ê de, bi berçavka “Hêz”ê li rewşa navnetewî tê nêrîn û tê de welat li ser hêla parastina berjewendiyên xwe yên netewî, tekoşîna xwe berdewam dikin, û eva jî bi eşkere bi ser têkiliyên Turkiya û Herêma Kurdistanê de zal e. Wate her dem ku berjewendiyên netewî ên Turkiyê ji aliyê Kurdan ve ketibe tehlûkeyê de, berî her tiştî rayedarên Turkiyayê dest avêtine gef xwarinan ji Herêma Kurdistanê, û bi zimanê “Çek” digel Herêma Kurdistanê axivî ne.

Bi sedema vê ku her liv û tevgerekî Turkiyayê di têkiliyên derve ên wan li hemberî Herêma Kurdistanê, ji dîtingeha Rê’alîstiyane ve çavkaniyê digire, ev dîtingeh û nêrîn jî, bi nobeta xwe weha bertek anku rêkarekî dixe pêşberî Turkiyê. Wate her demekî ku Turkiyayê xwestibe ji rêya têkiliyên xwe li Kurdistana Başûr karekî encam bide, li pişt helwêstên xwe ên siyasî, pişta xwe bi hêza çekdarî qahîm kiriye.

Bi wateyekî din hekî em girîngiya armancên wan liberçav bigirin, têkiliyên Turkiyayê û hatina Yildirim tenê taktîkek e bona gehîştin bi armancên stratejîk di Turkiyayê de.

Ev armancên han dikarin rikeberiya digel Îranê di nava Îraq û Herêma Kurdistanê de, û pêşî girtina ji PKK’ê bona destbiserdegirtina Kurdistana Rojava û, mifahwergirtina ji çavkaniyên petrol û gaza Herêma Kurdistanê weke altêrnatîv li hemberî petrol û gaza Îran û Rûsiyayê, û bikaranîna Kurdistana Başûr weke bazara bikaranîna kelûpelên xwe be.

Di vê navberê de ev tişta ku weke deskewt bo Kurdên Kurdistana Başûr dimîne, eva ye ku qursayî û bandora siyasî ya Herêma Kurdistanê li ser asta Rojhilata Navîn zêde dibe û di rikeberiyên herêmî de, bibandortir dibe û herweha, rêya gehîştina Herêmê bi cîhana derve vekirî dibe, û ji vê dorpêça hişkatiyê derbaz dibe ku cuxrafiyê jê re çê kiriye, û herweha rêya henardekirina petrola Kerkûkê ji rêya Bendera Ceyhanê ve, tê dayîn.

Hekî em bi berçavka Siyaseta Îdialîstî li van têkiliyan binêrin ku dibêje, ev siyaset bona xemilandinane û ji nirx û buhayên mirovatiyê çavkanî digire, xûya dike ku, hatina Yildirim ji aliyekê û şandina hêza çekdar bo Kurdistana Başûr ji aliyê din ve, hilgirê qazancên herdu aliya ne, lê para Turkiyayê di vê qazancê de zêdetir e.

Hekî ewlehî û aramiya ku rayedarên dewleta Turkiyê daxwaz dikin û hewla afrirandinê didin, ewlehî û aramiya ji dîtingeha îdialîstî be, gerek bo hemû tak û neteweyekî be û hemû netewe bi awayekî yekgirtî bona gehîştina bi vê ewlehî û aramî û aştiyê bixebitin. Wî çaxî ew li ser bingeha hêz ku fakterek e ku tê guhertin, belkî li ser bingeha hinek buhayên din ên weke vegeşandina demokrasiyê û bilindragirtina rewşa mafê mirovan û gellek buhayên din, serdana Başûr bikin.

Aramî û asayîş û bihevrejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê, bê misogerkirina mafên hemû kêmaniyan û bitaybet bê amadebûna berçav a gelê Kurd li Rojhilat û Bakûr û Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li hevkêşeyên siyasî û îdarî û stratejîk de, cihgîr nabe.