Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsa Kurd û Doktrîna Berpirsyariya Parastinê

16:18 - 20 Kanûna Paşîn 2017

Beşa Yekem: Dîrokçe, Pênase û Hêman Doktrîna Berpirsyariya Parastinê

Sabir Ebdollahîzad

Destpêk


Di civaka navdewletî de prensîba ku herî zêde ji aliyê dewletan ve li ser tê tekezkirin, prensîba Serweriyê an jî bi wateyeke din Serweriya Westfalyayî ye. Li gor vê prensîbê dewlet di kar û barên xwe yên navxwe û navneteweyî de xweser e û hemî awayên destwerdanê, di her astê de û ji aliyê her hêzekê ve qedexe ye. Her di bin saya vê prensîbê de, serdestiya tam û berdewam para saziya dewletê ye û dewlet çi bike jî azad e. Lê geşedanên hin şaxên hiqûqa navneteweyî, bi taybet şaxa Hiqûqa Navneteweyî yê Mafên Mirovan guherînên berçav bi ser vê prensîbê de anîn.

Yek ji wan guherînan, ji dê bûna doktorînên hiqûqî-siyasî yên weke Destêwerdana Mirovî û Berpirsyariya Parastinê bû ku bi awayeke rasterast prensîba navborî armanc digrin û ji bo parastina rûmeta mirov di şert û mercên taybet de rêya desttwerdana di kar û barên dewletan de ji bo civaka navneteweyî vekirî dibînin.

Di vê rêze gotarê de, dê bi awayeke berfireh li ser doctrînana Berpirsyariya Parastinê, bandorên vê li ser prensîba Serweriyê, peywendiyê vê bi majara mafê çarenivîsê û paşeroja gelê kurd bê baz dan. Armanca bingehîn ya vê beşê jî pêşkêşkirina dîrokçe, pênase û hêmanên vê doktrînê ye.

Kilida Peyvan: Prensîba Serweriyê, Destêwerdana Mirovî, Berpirsyariya Parastinê, Mafên Mirovan, Gelê Kurd
Dîrokçeya Berpirsyariya Parastinê

Di dîroka mirovahiyê de dehsalên 90\'ê yê sedsala bîstê ji ber rêjeya herî zêde a karesatên mirovî xwedê cihek taybet e. Enfal û qirkirina gelê kurd ji aliyê rejîma Beisê li Îraqê, komkujiya Rwanda, Bosnia û qeyranê mirovî li welatên Afrîqayê(weke Somalî, Ûganda û Kongo)çend mînakên biçûk ji wan karesata ne ku heya îro bandorên wan ên neyînî li ser civaka navnetewî tê dîtin. Raste ku bi dawî bûna şerê sar derfeta nîşandana bertekên erênî û giştalî ji bo rawestandina hin kirêzan afirand, lê mixabin wan bertekan tu car hemî kirêz li xwe negirtin.

Hevdengiya hêzên navneteweyî di derbarê qeyrana mirovî a Kurdistana Başûr, guhertinek bê mînak di pratîka dewletan de çêkir û bû sedem ku Destêwerdana mirovî bibe xwedê binghên hiqûqî.

Doctrînek ku cîbicîkirina vê serweriyê sinordar dike û her wekî di sernavê wi de jî tê dîtin, midaxeleyê weke rêçareya bidawîkirina karesatên mirovî dibîne. di rastî de yek ji sedemên ku ev doktrînê nekarî rêya dubarebûna trajidiyên mirovî bi taybet li Rwanda, Srebrenikaya Bosniyê û Somaliyê bigre ev bû ku piraniya dewletên nûpêgihiştî ev doctrîn weke gefa li ser serweriyê pênase kirin.

Xemsariya civaka navneteweyî di wan karesatan de bû sedem ku saziyên mirovî û hiqûqnasên navneteweyî bêdengiya xwe li hemberî binpêkirina rûmeta mirov bişkînin. Di civîna hejmar 54\'ê a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyê li sala 1999\'ê de, rêzdar Kofî Ennan Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê bal kişand ser vê pirsê ku heke destêwerdana mirovî an jî mirovhezane serweriyê armanc digre û zirarê dighîne vê prensibê, ê çareya civaka navnetewî di rewşên weke Rwanda û Srebrenikayê çiye, ku têde her awayê binpêkirina maf û azadiyên mirov tê kirin?!

Ev pirsa Kofî Ennan bû destpêka bizavek nû ya hiqûqî ji bo pêşîgirtina li dubarebûna wan karesatan. Di bersiva pirsa Sekreterê Giştî jî bi piştevaniya Lloyd Axworthy wezîrê kar û barên derve yê Kanadayê, Komîsyona Navneteweyî ya di derbarê Derstêwerdanê û Serweriya Dewletê hate avakirin. Di vê komîsyonê de 12 hiqûqnasên navnetewî yên serbixwe cih girtin ku encama lêkolînên xwe sala 2001\'ê bi sernavê Berpirsyariya parastinê pêşkêşî Sekreterê Giştî kirin. vê raportê du armancên bingehîn hebûn. Ya yekê zelalkirina prensîb û pêvanên destêwerdana mirovî û ya duyem jî, ji holê rakirina astengiyên li hemberî destêverdana mirovî bû.
Her wiha vê raportê de erkên dewletan bi du astên navxweyî û Navnetewî de hatine dabeş kirin ku di asta navnetewî de pêwîste dewlet rêz ji serweriya hevdu bigrin û di asta navxwe jî pêwîste ku rêz ji rûmeta hevwelatiyan û maf û azdiyên wan bigre. Sala 2003\'ê Kofî Ennan biryar da ku şandek e bilind bi armanca ravekirina berpirsyariya parastinê ava bike. Vê şandê jî sala 2004\' encama xebata xwe bi sernavê Gerdûnek Ewletir, Berpirsyariya me ya Hevpar pêşkêş kir. Di encama wan xwbatan de bû ku di Civîna Rêberan ya sala 2005\'ê de, Doktrîna Berpirsyariya Parastinê bi awayeke fermî ji aliyê civaka navnetewî ve hat pejirandin.
Pênaseya Berpirsyariya Parastinê

Doktrîna Responsibility to Protect, li du peyvên Responsibility bi wateya berpirsyarî, peywir an jî mesûliyet û Protect bi wateya parastinê pêk tê. Li gor vê têgehê, serwerî weke mafê desthilatdar nahê pênasekirin. Serwerî pewir an jî berpirsyariyek e ji bo hakiman u wergêra herî gûncav ji bo vê têgehê di wêjeya hiqûqî de Berpirsyariya Parastinê ye. Li gor vê doktrînê erkê rayedaraye ku gelên xwe li hemberî Komkujiyê, Sûcên Şer, Tevkujiya Etnîkî(paqijkirina etnîkî) û sûcên li dijî mirovahiyê biparêzin.

Bê şik prensîba ku herî zêde ji vê doktrînê zirarê dibîbe prensîba serweriyê ye. li gor berpirsyariya parastinê, erkê parastina hevwelatiyan di asta yekem de li ser şanê dewletê ye. lê dema ku dewlet naxwaze an jî nikare vê erkê xwe an vê berpirsyariyê cîbicî bike, di asta duyem de ev berpirsyarî dikeve ser şanê civaka navneteweyî.

Berovajî doktrîna Destêwerdana mirovî ku di navê xwe de peyva Destêwerdanê dihevîne, doktrîna berpirsyariya parastinê pitir li ser peyva Berpirsyariyê baz dide û destêwerdanê tenê weke rêçareya dawîn a civaka navneteweyî dide nasandin. Encama vê leyiza bi peyvan jî ku bi mentiqek hiqûqî ya bi bingeh hatiye pêkanîn, kêmkirina bertekên neyînî li hemberî vê doktrînê ji aliyê dewletan bû.

Hêmanên Berpirsyariya Parastinê

Berpirsyariya Parastinê ji sê hêmanên bingehîn, Berpirsyariya Pêşî lê girtinê, berpirsyariya bertek nîşan danê û Berpirsyariya ji nû ve avakirinê pêk tê. Lê ev hêman tên çi wateyê? Di vê beşa gotarê de dê ev hêman bi awayeke berfireh bên şirove kirin da ku girîngiya Berpirsyariya Parastinê zelal bibe.

_ Berpirsyariya pêşî lê girtinê

Li gor raporta Komîsyona Navneteweyî ya di derbarê Destêwerdanê û Serweriya Dewletê, têgeha berpirsyariya parastinê bi awayek e zimnî berpirsyariya pêşî lê girtinê jî li xwe digre. ev hêman tê vê wateyê ku pêwîste pêş her aliyekê dewlet bibe asteng li hemberî karesatên mirovî û bi mifa wergirtin ji her alavekê, rê ji wan karesatan bigre. Lê ku dewletê hêza vê çendê nebû an jî tu hezeweriya dewletê di vê derbarê de nehat dîtin, pêwîste civaka navnetewi pêngavên pêvîst di çarçûveya vê hêmanê de rake.

_ Berpirsyariya bertek nîşan danê

Qonaxa duyem a Berpirsyariya Parastinê an jî bi wateyeke din hêmana duyê, Berpirsyariya bertek nîşan danê ye ku di vê hêmanê de Destêwerdan bi kiryarek e legal an jî yasayî tê pênase kirin.

dema ku asta gefa li ser hemwelatiyan gihişt asta herî hestyar, civaka navnetewî li ser esasê berpirsyariya ku hate amaje pê kirin, bi armanca parastina hevwelatinan midaxeleyê dike. ev midaxele jî dikare bi hêza Siyasî, dîplomatîk, aborî û rêkarên hiqûqî û her wisa bi hêza leşkerî jî pêk were.

Li gor hiqûqa navneteweyî berpirsê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekbûyîye û ev saziya siyasî ye ku mafdar e biryar bide û awayê destêwerdanê jî destnîşan bike. Ji ber ku biryarên Konseya Ewlehiyê jî tenê bi dengê erê yê 5 endamên daîm tên pejirandin, yek ji mercên cibicîkirina vê hêmanê ev e ku ev 5 endan li ser mijarê nakok nebin. Helbet dema ku ev hevdengî bi tu awayî pêk nehê, civata giştî dikare bi komdengiyekê biryara midaxeleyê bide.

_ Berpirsyariya ji nû ve avakirinê

Destêwerdan bi her awayî dibe sedemê ziraran. Bi taybet dema ku rewş hestyar be û midaxeleya leşkerî bê kirin. li ser vê esasê jî her çawa parastina hemwelatiyan weke erkê civaka navnetewî hatiye nasîn, ji nû ve avakirina welat jî berpirsyariyeke li ser şanê civaka navnetewî. Li gor raporta Komîsyona Navneteweyî ya di Derbarê Destêwerdanê û Serweriya Dewletê berpirsyariya ji nû ve avakirinê hêmana sêyem a doctrîna Berpirsyariya parastinê ye û nabe welatê ku hatiye têkdan û wêrankirin wisa bê xwedê bimîne. Ev hêman li kêleka midaxeleyê misogerkirina aştî û ewlehiyê bingeh digre û hêmanên weke dadmendî, geşedanên aborî û hwd di nav xwe de dihevîne.