Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê li bajarê Nexedê koça dawiyê kir

15:34 - 28 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: “Mam Qadir Qelenderî babê du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê li bajarê Nexzedê, çû ser dilovaniya xwe.

Li gor nûçeyên gihîştî malpera Kurdistanmedia yê, roja Înê 8 ê Rênebdana 1395’an a Rojî, Qadir Qelenderî yê xelkê bajarê Nexede, ku babê du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, wate “Şehîd Es’ed Qelenderî” û “Şehîd Xalid Qelenderî”, di temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir.

Mam Qadir kesekî welatparêz û dilsoz bû ku heyanî dawiya jiyana xwe girêdayî bi rêbaza PDKÎ û her du kurên xwe ên şehîd bû.

Mam Qadir her di destpêka tevgera rizgarîxwezî a Kurdistana Rojhilat, weke Endamê Encumen Demokratê dest bi tekoşînê kiriye û di sala 1373’an de, di encama bûyereke terorîstî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê, di navbera “Dîyanan û Xelîfan” ê di li Başûrê Kurdistanê, bi giranî birîndar dibe.

Termê Mam Qadir di nava girseya xelkê bajarê Nexedê de, û li gundê “Helbê ya Koyîkan” li kêleka kêla şehîd Xald û hevjina xwe “Zara”, bi axa pîroz a Kurdistanê hate spardin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî, û xwe bi şerîkê xema wan dizane.