Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq salvegera avakirina Komara Kurdistanê peyamek belav kir

23:48 - 4 Şibat 2017

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq salvegera avakirina Komara Kurdistanê peyamek belav kir, ku deqa wê bi vî awayî ye:

Peyam ji bo bîranîna avakirina Komara Kurdistanê

Heval û beşdarbûyên hêja!
Silav û rêz


Komara Kurdistanê bûyereke girîng ya siyasî ye ku li dîroka neteweya kurd de rolek berbiçav heye; li dîroka neteweyekê de ku bi sedan sal in tê çewsandin û pitir ji sedsalekê ye ku ji bo gihîştina bi azadî û mafên xwe di xebat û tekoşînê de ye û dixwaze weke neteweyekê hebûna xwe biselimîne.

71 salan berî niha li 2’ê Rêbendanê de statû û kiyanek siyasî ji dayîk bû ku bûye hêma û sembol ji neteweyek zulmlêkirî û çimisandî re û li ser bingeha wê sembol û pêgehê re, hebûna netewî a xwe da selimandin.

Dujminên neteweya kurd îdea dikin ku kurd ne netewe ye, lê kurdan weke netewe û Kurdistanê jî weke kiyanek siyasî û cuxrafî, dane selimandin neteweyek in ku xwedî mafên mirovî û netewî ên xwe ne û bi avakirina Komarê weke desthilatek demokratîk, dan xuya kirin ku em ne wekî wan in û tevî hemû zulm û zordariyên ku sedan sal in ji hêla dîktator û xedarên serdest bi ser me de tên meşandin û tekoşîn kirine ku xwe li nav me de berhem bînin û li nav me de jî dîktatoran biafirînin, lê me kurdan tevî xebata xwe, tekoşîn ji bo azadiya mirovan jî kiriye û dikin jî, û em nimûneyên wan însanan in ku tevî zordariya li ser xwe, lê dîktatoran naafirînin û desthilatek demokratîk li şeklê Komarî de jî ava dikin.

Li qada mezin a Çarçiraya Mehabadê de, bi bîr û raman û destê mirovekî şoreşvan û rêberekî karîzmatîke dîroka Kurdistanê, anku Pêşewayê nemir Qazî Mihemed ve ew Komar hat ragihandin.

Bi dehan carî li dîroka neteweya kurd de derfet û fersendên siyasî ên dîrokî hatine pêşberî me, lê tev de ji dest çûne yan jî bi metodek nedurust mifah jê hatiye standin ku li encam de bi zirara Kurd û Kurdistanê dawî pê hatine. Lê di sala 1946’an de, ji wê derfeta dîrokî û siyasî ku li deverê de hate pêş, rêberekî siyasî û jêhatî wekî Pêşewa Qazî Mihemed, ku rêbertiya tevgerek siyasî dikir, statûyek siyasî ava kir, statûyek ku ji bo niha û pêşeroja vê neteweyê bûye bi belgeya selmandina neteweyekê û bûye bi cihê şanaziya nifşên duh, îro û yên sibe jî.

Baskirin ji Komara Kurdistanê û Qazî Mihemed bi bêy baskirin ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, behseke kurt, nuqsan û nivîşkan e. Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê weke organîzasiyonek modern ku xelk û hêzên xebatkar li dewra hev de kom û birêxistin dike û li pêxema armancek hevbeş de bername û pilanê jêre dadirêje û dike bi organîzasiyonek dahêner, û bêguman bi bêy hebûna partiyek weha, Komara Demokratîk a Kurdistanê ava nabe. Lewre ye ku dibêjin Komara Kurdistanê, Pêşewayê nemir û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sê rehend û biyavên tewawkarê yek diyardeya dîrokî ya siyasî ne, ne ji hev tên veqetandin û ne jî bi bêy tu yek ji wan, em dikarin basa wê dîrokê bikin.

Herweha bîranîna Komara Kurdistanê bi bêy yadkirin ji rol û bandora Komara Kurdistanê li ser hizra netewî li parçeyên din ên Kurdistanê weke Kurdistana Îraqê, Tirkiye û Sûriyê û bi bê îşarekirin bi rola şoreşvan û xebatkarên wan parçeyan li Komara Kurdistanê de jî basek nivîşkan dibe. Helbet avabûna Komara Kurdistanê li wan demên hesas de ji nişkîve û bêpêşîne ya dîrokî nebûye.

Her wekî em dizanin dîroka xebata netewî li hemû beşên Kurdistanê de dîrokek dûr û dirêj û xwedî tekoşînek netewî ye û li her qonaxekê de parçeyek ji Kurdistanê pêşengiya xebata netewî kiriye.

Lewre em dikarin Komara Kurdistanê jî li doma vê xebata netewî di seranserî Kurdistanê de bibînin. Lê avabûna Komara Kurdistanê û ew hêma û sembolên ku li Komara Kurdistanê de ji dayîk bûne, tesîr û bandor li ser bîr û hizra netewî û xebatkarane ya şoreşvanên kurd li beşên din de kiriye û em dibînin ku pêşmerge, sirûd, ala, nav û hêmanên Komara Kurdistanê li beşên din de jî deng û reng vedane û niha jî weke hêmanên netewî tên mifah standin. Li parçeyên din ên Kurdistanê de jî li avakirina Komara Kurdistanê de xebatkarên kurd nexş û rola xwe hebûne û ji hemû parçeyên din ve xebatkar û şoreşvanên kurd derbasî Mehabadê bûne û li Komara Kurdistanê, avakirina wê û bicihkirina wê û parastina wê de jî rol û karîgeriya xwe hebûne.

Hevalên hêja!

Piştî baskirin ji Komara Kurdistanê û ew derfet û fersendên dîrokî ên wî serdemî, niha em digihîjine vê xalê ku rewşa niha ya kurdan çawan e? Baldan û guhgirtin ji wane û şîretên Komara Kurdistanê, çi encamekê dide me?

Niha ku şer û pevçûnên dijwar li devera Rojhilata Navîn di rojevê de ne û kurd li hemû parçeyan de berbirûyê derfet û gefan dibin, lê rewş çi ji me dixwaze? Em rêvîngên rêbaza Qazî Mihemed û hogirên Komara Kurdistanê dibe ku li vê rewş û kavdana aloz de xwe wek kurd bibînin. Dibe ku em ji berjewendî û metirsiyan re bi çavê netewî binêrin û bibin bi fakterek serbixwe ya kurdî, nekî kopal, dûajo û dardestê dewletan û hêzên dijî kurd.

Erka girîng ya me niha berî her tiştî de, bihevrebûn û hevhelwestiya siyasî ya kurdî ye ku hemû beşên Kurdistanê piştevanê hevdu bin, piştre li hewla bidestxistina mafên neteweya xwe de bin û li alav û derfetên berdest bi awayê hewce û durust ji bo dabînkirina berjewendiyên Kurdistanê mifahê bistînin.

Piştre her parçeyek ji nîştiman bi xwe biryarderê çarenivîsa xwe be, helbet maytêkirin û destwerdana nebicî û bêdengî jî, derbên giran ji me dixe.

Em weke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku avaker û şopînerên Komara Kurdistanê li Mehabadê ne, di pêxema mifahstandin ji derfetên dîrokî û afirandina derfetên şoreşvanî û xebatkarane, ew du sal in ku li Rasana Rojhilatê de rol dibînin û em dixwazin bi amadebûna pêşmergeyan li nava xelkê û beşdariya xelkê di şoreş û xebatê de, demsalek din ji xebata netewî- demokratîka a gelê kurd pêş bixînin û rê nedin ku faktera sereke ya kurd û kurdistanîbûnê, bikeve alî û li nav dîrokê de wunda bibe.

Herweha hemahengiya siyasî ya hemû rêxistinên beşên din ên Kurdistanê bi hewcehî û girîngiyek dîrokî dizanin daku em kurd, him li nava xwe de teba û bi îtifaq bin û him jî li hember dujminan de hevgirtî û yekkhelwest bin û nekarin me ji hev veqetînin û bi ser me biser bikevin.

Li dawiyê de, em 71’mîn salvegera avakirina yekem Komara Kurdistanê ji hemû gelê kurd pîroz dikin, bi taybetî ji we xûşk û birayên hêja ên Bakûra Kurdistanê.

Herweha pîrozbahiyê ji hemû emegdarên Komar, pêşmerge û alaya Kurdistanê dikin.

Silav ji ruha pake hemû şehîdên Kurdistanê ku bi fedakirina jiyana xwe, berevanî ji wan deskewtên binirx kirine.

Yad û bîranîna Pêşewa û Komara Kurdistanê berz û pîroz be
Bi hêviya bicîhatina armancên Komara Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê de

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
20’ê Çileya Paşîn a 2017’an
1’ê Rêbendana 1395 a Rojî