Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsa Kurd û Doktrîna Berpirsyariya Parastinê Pirsa Kurd û Doktrîna Berpirsyariya Parastinê

23:52 - 4 Şibat 2017

Beşa 2

Sabir Ebdollahîzad

Destpêk


Her wekî ku di beşa yekem de hate amaje pê kirin, parastina hemwelatiyên her dewletekê li gor hiqûqa navnetewî erkê heman dewletê ye û dema ku nikare an jî hezeweriya cîbicîkirina vê berpirsiyarê nebe, ev berpirsiyarî dikeve ser şanê civaka navnetewî.

Doktrîna ku li ser vê esasê hatiye dariştin jî, “Doktrîna Berpirsyariya Parastinê” ye. Ev doktrînê di heyama bîst salên dawî de cihê xwe di nav belgeyên hiqûqî de vekir û weke bingeha rêjeyeke zor ji biryarên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî hate bikar anîn.

Ev doktrîn, ku li şûna doktrîna “Destwerdana Mirovî” rûniştiye, tenê li doza Lîbyayê de weke bingeha destwerdanê hate cîbicîkirin. Di vê beşa gotarê de, dê li ser “Bihara Erebî”, serhildana gelê Lîbyayê li hemberî rejîma Qeddafî û şert û mercên ku bûne sebebê cîbicîkirina doktrîna Berpirsyariya parastinê bêne şirove kirin. Her wiha dê ev doz li gor hêmanên berpisiyariya parastinê û encamên vê û rewşa îroyîn ya welatê Lîbyayê bê lêkolîn kirin.

Kilîla Peyvan: Doktrîna Berpirsyariya Parastinê, Lîbya, Konseya Bwlehiyê, Bihara Erebî, Mafên Mirovan

Bihara Erebî û Serhildana Gelê Lîbyayê

Bihara Erebê tê wateya koma bûyerên ku li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê rû dan û bû sebebê alûgorên bingehîn yên siyasî, aborî, civakî û hwd li welatên vê dewerê. Ev bûyer sala 2010’ê û paş xwe şewitandina laweke sebzefiroş li Tûnisê dest pê bû û di bin bandora serhildana gelê Tûnisê de, agirê rexne û serhildana gelan, demanên piraniya welatê ereb girt. Yek ji wan welatan jî Lîbû bû. Li vî welatî “Muammer Qeddafî” di encama derbeya sala 1969’ê de desthilat girtibû dest û bi her awayî li dijê neyarên xwe disekinî. Di rastî de jî koka krîza Lîbyayê, miamileya nemirovane ya rejîmê, darvekirinên neyasayî, cudakarîya di navbera eşîrên welat yên di desthilatê de û yên bê desthilat, gendeliya di pergala rejîmê de û bitaybet dîktatoriya bêsinor ya şexsê Qeddafî bû.

Desteserkirina çalakvaneke mafên mirovan bi navê “Fethî Trîl” di 15’ê reşemeya sala 2011’ê de bû sebeb ku li bajarê “Binqazî” serhildan dest pê bibin û gel di dijî rejîmê rabe ser piyan. Çend roj şûnde, alozî li piraniya bajarên welat û bitaybet “Trablûs” paytextê Lîbyayê jî belav bû û weke şerê navxweyî hate pênase kirin û di heman demê de jî, welatên biyanî bi biryareke watedar welatiyên xwe li Lîbyayê derxistin. Ev kiryar hate vê wateyê ku desthilatê tu hêz an jî heza parastina gelê xwe û biyaniya nemaye û bi tu awayekê nikare ewlehiya wan dabîn bike.

Binpêkirina Mafên Mirovn Ji Aliyê Rejîma Qeddafî Ve

Ancama destpêkê ya serhildana gelê Lîbiyayê serkeftinên berçav bûn. Piraniya bajarên rojhilata welet ketin destê dijberiyê û bi temamî hatin kontorol kirin. Lê rejîmê ev rewş û vîna gelê xwe tu car qebûl nekir. Qeddfî li ser desthilatê ma û bi awayeke rasterast gef ji gel xwar. Mixabin gefxwarina vî di çarçûveya gotinan de sinordar nema û bi bikaranîna hemî hêza xwe ya leşkerî û gişt alavên şer bersiva gel da.

Hin taybetmendiyên awayê muameley rejîmê bi gelê vî welatî hebû ku dibûn sebebê ciyawaziya serhildana li Lîbyayê. Ya yekem ev bû ku rejîmê bi tu awayî di şer de, di navbera dijberên cekdar û sîvîlan ciyawazî neparast. Ya duyem ev bû ku rêz ji prensîbên “Hiqûqa Mirovhezane” an jî bi wateyeke din, “Hiqûqa Şer” negirt û bi her awayî gel kire amanc. Ya sêyem jî bikaranîna caş û kirêgirtiyên biyanî bû ku bi awayeke nemirovane sivîl îşkence dikirin û dikuştin.

Di vê rewşê de jî pianiya hiqûqnasên navnetewî di gotarên xwe de kiriza li lîbiyaye weke şerê navxweyî şirove kirin. Li gor hiqûqa navneteweyî, bikaranîna têgeha “şerê navxwe” dikare bandorên hiqûqî yên xurt li ser qeyranekê hebe. Ji ber vê çendê jî pêwîste berê ku bas ji raguhastina berpirsyariyê bê kirin ev têgeh zelal bibe. Li gor rêzik û prensîbên hiqûqa navneteweyî şerê navxwe tê vê wateyê ku du aliyên nakokiyê ji bo gihiştin bi armancên xwe bi awayeke eşkere û sîstimatîk hêza leşkerî bikar bînin. Heya ku ev tişt neqewime jî têgeha “serhildan” an jî “şoreş”ê bingeh tê girtin.

Li Lîbyayê dema ku rejîmê dest bi serkutkirina gel kir, komên cekdar yên dijber hatin awakirin û di encamê de sernavê kirêzê jî hate guhertin. Bandora herî girîng ya vê guherînê jî ev bû ku kiryarên nemirovane yên desthilatê pênaseya suçên navnetewî girt. Dema ku ev sernav hat guhertin, rê ji ber vê çendê xweş bû ku kiryarên her du aliyên nakokiyê weke “Sûca Şer”(binpêkirina rêzikên hiqûqa şer), “Sûca Li Dijî Mirovahiyê”(kiryarên ku rûmeta mirovî binpê dikin), “Komkujî” û “Tunekirina Nijadî” bên pênase kirin.

Hevdengiya Civaka Navneteweyî û Destwedana Li Lîbyayê

Rewşa xirab ya mirovî li Lîbiyê û sûçên rejîmê bûn sedemê vê çendê ku rê ji ber destwerdana civaka navnetewî bê vekirin.

Desthilatê di heyama şerê navxwe de îspat kir ku tu baweriya vê bi nirxên mirovî, Hiqûqa Navnetewî ya Mafên Mirovan û bi taybet rêzikên Hiqûqa Şer nîne. Tawanên nemirovane yên li dijî gel ku ji aliyê rejîmê û kirêgirtiyên vê pêk dihatin, ji aliyê saziyên mafên mirovan û çavdêrên navnetewî ve weke sûcên şer û sûçên li dijî mirovahiyê hatin binav kirin. Lê ya herî balkêş ev bû ku Qeddafî bê baweriya xwe bi doktrîna berpirsiyariya parastinê bi awayeke rasterast (di axiftina ku bi navê “ Axiftina bê dilovanî” navdar bû) îlan kir. Qeddafî ragihand ku dixeaze komkujiyeke girseyî pêk bîne û daxwaz ji alîgirên xwe kir ku li hemberî dijberên rejîmê bê deng nemînin. Ev bûyer jî nîşaneya rawestana rejîmê li hember gelê Lîbyayê û kilîla raguhastina berpirsiyariya parastina gelê vî welatî bo ser şanê civaka navneteweyî bû.

Ji bo pêşîlêgirtina ji xirabtir bûna rewşê û cîbicîkirina hêmana yekem ya doktorîna Berpirsiyariya parastinê, yanî “Berpirsyariya Pêşîlêgirtinê”, li asta navnetewî û herêmî de hin kiryarên bi nirx hatin kirin. weke mînak “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî” û “Rawêjkarê Sekreterê Giştî(yê rêxistina netewên Yekbûyî) yê Taybet bi Rêlibergirtina Komkujiyê” rojane rewşa Lîbyayê dişopandin û hişyarî didan rejîmê. Helbet mixanin ji bo doza Lîbyayê ev hêman bi temamî nehat cîbicî kirin.

Di vê rewşê de jî Konseya Ewlehiyê weke berpirsê sereke yê parastina aştî û ewlehiya navnetewî, di çarçoveya hêmana “Berpirsyariya Destwerdanê” de, bi du biryarên hejmar 1970’ê û 1973’ê bersiva rejîma Qeddafî da. Li ser esasê van du biryaran jî hevdengiyek navneteweyî ji do parastine gelê Lîbyayê çêbû. Di her du biryaran de rewşa vî weletî weke gefa li ser ewlehiya navnetewî hane şirove kirin. Di 19’ê adara sala 2011’ê, îtîlafa navneteweyî bi rêberiyê DYA ji bo ji nav birina rejîmê dest bi operasiyonan kir û roja 31’ê cotmeha heman salê jî bi dawî hat. Di encama wan operasiyonan de rejîm têk çû û şexsê Qeddafî jî hat kuştin.

Bidawîbûna operasiyonên li dijî desthilata Qeddafî nehat vê wateyê ku erkê civaka navnetewî bi dawî hatiye. Ji ber ku hêş pêwîst bû hêmana sêyen yanî hêmana “Berpirsyariya Jinûveavakirinê” bê cîbicîkirin. Ji ber ku welatê dibe armanca destwerdanê tûşî zirar û xisarên mezin dibe û bê hevkariya navneteweyî nikare xwe ji ser piyan bigre, pêwîst bû ku ev hêman jî bi awayeke tam û teman cîbicî bibe. Konseya Ewlehiyê bi ji ber çav girtina vê hêmanê du biryarên girîn(Biryara hejmar 2009 û 2016) pejirandin. Lê mixabin kêmasiyên civaka nawnetewî di derbarê bi encam gihandina vê hamanê bûye sebeb ku heya îro jî welatê Lîbyayê seqamgirî û aramîye bi xwe nebîne. Hêş jî li her aliyê welat dengê şer û nakokiyên eşîran û komên çekdar tê bihîstin. Avabûna komên ku bi navê DAIŞ’ê şer dikin di wan çend salên dawî de jî bûye sedemê xirabtir bûna rewşa li welat. Di beşa bê de dê bi hurgilî rastiya rewşa gelê kurd bê lêkolîn kirin û dê ev pirse bê nirxandin ku gelo ev doktrîn dikare di şert u mercên hestiyar de pirsgirêka kurdan çare ser bike an ne.