Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmeke taybet bi 2`ê Rêbendanê li Fenlandê bi rê ve çû

20:12 - 6 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Yad û bîranîna 71.emîn salvegera Komara Kurdistanê li bajarê Torko ya Fenlandê de bilind hate ragirtin.

Roja Şemiyê 16`ê Rêbendana 1395`an a Rojî, bi boneya 71.emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, rêûresmeke taybetî li bajarê Torko bi rê ve çû.

Piştî xwendina sirûda “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan, peyama komîteya giştî a PDKÎ ji aliyê Elî Muradî berpirsê komîteyê ve hate pêşkêşkirin.

Muradî di peyama xwe de îşare bi dîroka Komara Kurdistanê kir, û got: `Ew Komara sava bersivderê xwestek û daxwaziyên civaka Kurdistanê di vê serdemê de bû, bona bidestvegirtina mafê çarenûsê`.

Di beşeke din ya rêûresmê de, helbestek ji aliyê Îlham Zehmetkêş ve hate xwendin.

Piştre peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê li Fenlandê, ji aliyê Kemal Çeko ve hate pêşkêşkirin. Herwisa nûnerên PDKÎ bi vê boneyê ve komeke alayên Kurdistanê wekî diyarî pêşkêşî rêûresmê kirin.

Herwisa di beşeke din ya rêûresmê de, peyama Saziya Komonîst a Îranê, Komelê, ji aliyê Xebat Bêsaranî ve hate xwendin.

Di doma peyamên taybet bi vê boneyê de, peyama yekîtiyên Jinan, û Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Mehtab Mihemediyan ve hate pêşkêşkirin. Ew merasim bi govend û dîlana Kurdî ya beşdaran bi dawî hat.