Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Komîteya Alîkariya Hêzên Siyasî ên Kurdistanê di rêûresma salvegera xebata eşkere ya Komelê de pişikdarî kir

20:14 - 6 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke Komîteya Alîkariya Hêzên Siyasî ên Kurdistanê bi serperestiya “Çiya Eliyar”, di rêûresma 38’mîn salvegera destpêkirina xebata eşekere ya Komelê de, pişikdarî kir.

Di vê rêûresmê de peyama Komîteya Alîkariya Hêzên Siyasî ên Kurdistanê ji aliyê Çiya Eliyar ve hate xwendin.

Çiya Eliyar di peyama xw de serbarê pîrozbahiya 38’mîn salvegera ragehandina xebata eşkere ya Komelê, bi kurtî li ser xebata gelê Kurd di hemû parên Kurdistanê de sekinî.

Eliyar herveha tekezî kir ku, serbarê berdewambûna zext û gîwaşa rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser neteweya Kurd, lê xebata bona bidestxistina mafên gelê me di vê beşa Kurdistanê de berdewam e, û bi yekitî û yekbûna refên gelê Kurd û herweha piştevaniya beşên din ên Kurdistanê ji xebata Kurdistana Rojhilat, mirov dikare vê xebatê xurttir û bi bandortir bike, da ku hewlên bona bidestxistina hêvî û xevnên gelê me, di demekî nêzîk de bigîjin encamê.