Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd tek: em piştevaniyiê ji rasanê dikin

20:37 - 6 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya PDKÎ di semînereke ku, bo Mesûd Tek Sekretere Partiya Sosylîst di welatê Swîsê de pêk hatibû beşdar bû.

Roja Yekşemiyê 17`ê Rêbendana 1395`an şandeke komîteya PDKÎ di welatê Swîsê de, bi serperestiya Kamran Resûlî berpirsê giştî yê komîteya PDKÎ di welatê Swîsê de beşdarî di semînera Mesûd Tek, sekreterê PSK de kir.

Destpêka semînerê bi ragirtina çende deqeyekê bêdengî bo rêzgirtin ji jiyana pak a şehîdên kurd û Kurdistanê dest pê kir.Piştre Mesûd Tek gotinên xwe pêşkêşî beşdaran kir.

Mesûd Tek di destpêka gotinên xwe de îşare bi rewşa siyasî a Kurdistanê bi giştî û siyaset û helwesta partiya xwe bo beşdaran di pêvendî digel rewşa her çar perçeyên Kurdistanê anî ziman.

Mesûd Tek di dirêjiya gotinên xwe de, di pêvendî digel Rojhilat de got: Di heyama sala derbazbûyî de, PDKÎ xebateke nû di bin navê Rasanê de dest pê kir,em weke PSK bi hemû şêweyekê piştevanî li Rasana Rojhilat û siyaset û helwestên PDKÎ dikin. Herwiha Navbirî got: Em û PDKÎ yek partî ne,lêbelê ji du mal û binkeyê cuda ne,jiber vê jî, helwest û siysetên PDKÎ helwest û siyaseta me ne.

Sekreterê PSK di beşeke din a gotinên xwe de ji hukumeta herêmê û hêz û aligirên Başûrê Kurdistanê û hemû hêzên Kurdistanî û Kurd piştevanê Rasana Rojhilat bin,û eger nikarin piştevan û alikariyê bidine Rasana Rojhilat,bila astengiyan bo Rasana Rojhilat çê nekin.