Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û Komelê li dijî rejîma Îranê meşek bi rê ve birin

16:18 - 11 Şibat 2017

Kurdistanmedia: PDKÎ û Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Norwêjê li dijî zulm û zodariyên rejîma Îranê meşek bi rê ve birin.

Roja Pêncşemiyê 21`ê Rêbendanê, piştî kuştina kolberên Kurdistana Rojhilat û herwisa girtin û derkirina hukmê bidarvekirinê bi ser xortên neteweya me de, du komîteyên PDKÎ û Komelê li Norvêjê, tevî belavkirina bangewaziyekê, bo piştevaniya ji xortên neteweya me, meşek rêk xistin.

Ew meş, bi beşdariya komek ji endam û alîgirên her du partiyan bi rê ve çû.

Destpêka meşê, bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê bi rê ve çû.

Piştre peyama hevpar ya komîteyên PDKÎ û Komelê bi zimanê Norvêjî ji aliyê Komar Husênî ve hate xwendin.

Herwisa peyama hevpar ya wna du partiyan, bi zimanê Kurdî ji aliyê Îbrahîm Konepoşî ve hate pêşkêşkirin.

Di vê meşê de, diruşm bi zimanên Kurd, Norvêjî û Farsî ji aliyê meşvanan ve li dijî rejîma Îranê hatin bilindkirin.