Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê pêşmergeyekî PDKÎ koça dawî kir

20:17 - 13 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Elî Moradî babê endamekî rêberayetiya PDKÎ koça dawî kir.

Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemiyê 25’ê Rêbendana 1395’an “Elî Moradî” babê “Elî Eşref Moradî” endamê rêberayetiya PDKÎ di Parêzgeha Kirmaşanê de koça dawiyê kir.

Navbirî kesekî xoşnav û cihê baweriya xelkê navçeyê bû, û di sala 1381’an de ji dayîk bibû, û di temenê 77 saliyê de bi sebeba sekteya dil, koça dawiyê kir, termê navbirî di nav girseya gel de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiya malbat, xizim û kesûkarê navbirî dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.