Heyeteke PDKÎ di Kanadayê de digel endamekî rêveberiya Partiya Lîberal a wî welatî civiya
2017-02-18 / 1395/11/30 - 18:09 TaranRoja Pêncşemiyê 28’ê Rêbendana 1395’an li ser bangevaziya fermî a çiqa Rojavayê Kanadayê “Partiya Lîberal”, heyeteke PDKÎ pêkhatî ji “Şehriyar Wîje” berpirsê komîteya PDKÎ di Rojavayê Kanadayê de û “Îsma`îl Îbrahîmî” nûnerê PDKÎ di Kanadayê de, digel "Domînîk Lo blank" endamê rêberayetiya Partiya Lîberal û hejmarek ji endamên çiqa navçeya vê Partiyê civiyan.
Di vê civînê de, heyeta PDKÎ spasiya xwe ji dewleta Kanada bona piştevanîkirina ji xebata gelê Kurd û bi taybetî şerê li dijî terorê anî ziman û bi hûrî li ser tundî, teror û cinayetên komara Îslamî li beranber gelê me di Kurdistana Îranê de û destêverdanên vê rejîmê di karûbarê welatên navçeyê de gotûbêj kirin.
Heyeta PDKÎ di beşek din a vê civînê de, bi taybetî pirsa destpêkirina pêvendiyên dîplomatîk yên di navbera Kanada û komara Îslamî bo "Lo bilank" pênase kir, û daxwaz hate kirin ku dewleta Kanada herwiha pêşeng be li ser givaşa zêde bo ser Komara Îslamî û têbîniyên hemwelatiyên kurd ên Kanadayî li ser Komara dagîrker a Îslamî li ber çav bigire.
Di dirêjiya vê civînê de, "Lo bilank" keyfxweşiya xwe bo hevdîtinê digel heyeta PDKÎ û bihîstina têbîniyên wan anî ziman, û soz da ku bi avayeke vekirî û bi rawêjkarî wan behs û têbêniyan, digel Serokwezîran û “Wezîrên Derve” û parlementoya Kanadayê behs bike, û heyeta PDKÎ xatircem kir ku metirsiyên derheq bi komara Îslamî di navxwe ya Kurdistan û Kanadayê de berçav bigrin, û dewleta Kanadayê herwiha pêşengayetiya helmeta Navneteweyî dibe li dijî Komara Îslamî û givaşxistina li ser Komara Îslamî.