Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Astengên ser rêya serxwebûna Kurdistana Başûr

15:27 - 19 Şibat 2017

Elborz Rû’înten

Bo gelekî weke gelê Kurd ku dîroka jînosayd û kîmyabarana wî di serdemên nû de, ne dûr e, di encama hewl û xebat û tekoşîna xwe de gehîştibe qonaxek ji xebatê ku, êdî nêzîk bibe ji biryardana li ser çarenivîsa xwe û avakirina dewletake serbixwe, ku berî her tiştî rêgiriyê bike ji jînosaydeke din û piştre bandorê bixe ser hemû aliyên civakî û aborî û siyasî ên xwe, ne tenê bo niha, belkî bo sedsala di pêşiya xwe de jî, wê berdewam be.

Hekî bêt û di vê qonaxa nazik de Kurd dersê ji dîroka xwe negire û bi dîtingehek zelal ji pêşeroja xwe nenêre, eva egera ducarîbûna hemû rojên reş ên ku di sedsala derbazbûyî de biserê gelê Kurd hatin, di holê de ye, û berevajî jî dikare sedsala di pêşerojê de bi awayekî bo xwe ava bike ku, berî her tiştî keramet û azadiya xwe bidest bixe, û piştre di cihê şer û xwegorîkirin a bo nîştimana xwe wate Kurdistanê, biyavên weke pêşkevtinên aborî û civakî bike erkê xwe yê sereke.

Lê hekî em li rewşa niha ya Kurdistana Başûr binêrin, bi zelalî xûya dike ku, Herêma Kurdistanê xwediy hikûmetekî yasayî ye ku, hukimraniya Kurdistanê dike û xwediyê leşkirek mezin e ku dikare berevaniyê ji nîştimana xwe bike, û herweha xwediyê aboriyekî ye ku dikare bixwe û xweser girêbestên aborî digel cîhana derve girê bide, û herweha xwediyê têkiliyên dîplomasî ye ku pêgeha taybet bi xwe heye li bal welatên xwedî hêz ên herêmî û cîhanî, û gellek mijarên din ku beşek in ji hewcehiyên her dewletekî xweser. Diyar e ku mirov dikare liser kowalitiya wan fakterên ku me bas jê kirin bisekinin, ka gelo çi qas pêşkevtî ne û di asta hewce de ne an ne, lê eva ku cihê gomanê têde nemaye eva ye ku, hemû fakterên hewce, berhev in.

Lewra di vîr de pirsyarek derdikeve holê, gelo astengên ser rêya ragehandina serbixweyîya Herêma Kurdistanê çi ne, ku serbarê hemû wan fakterên ku me bas jê kir, heyanî niha nekariye ku xweseriya xwe rabigehîne? Jiber ku bi şirovekirin û çareseriya wan astengan dikarin pêngavan avêjin, bitaybetî ku niha ev derfeta dîrokî bo gelê Kurd hatiye pêş.

Yekemîn astenga ser rêya xweseriya Kurdistanê vedigere bo deshilatdariya wan çend salên derbazbûyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku nekariye siyasetekî perwerdeyî û ragehandinî bimeşîne bona bilindragirtina hêma û sîmbolên netewî û hesta welatparêziyê di nava xelkê de û bitaybetî nifşa nû de. Rast e ku tu amar anku rapirsiyek di vê derheqê de nehatiye kirin, lê serbarê ev dîroka pir ji xwîn ya gelê Kurd, deshilatdariya Kurd nekariye ku di wan çend salan de, pirsên netewî bike ewlewiyeta yekem a xelkê xwe, belkî xweşbijîviya xelkê mijara sereke û girîng bal xelkê û deshilatdariya Kurd bûye. Ez di vir de lehengiya pêşmerge û berevaniya pêşmerge gellek bi başî dibînin ku take sedem e ku nehiştiye gelê Kurd paşve here, lê bi baweriya min belgeya herî sereke bo selmandina vê astengê eva ye ku, Çima dema em di bin destê serkutker yê rejîma Be’is de bûn, bi dehan meşên nerazîbûnê bona bidestxistina maf a azadiyan li Kurdistanê hatine rêkxistin, lê di wan çend salên dawiyê de ku xelkê Kurdistanê bi tewahî di nava azadiyê de dijîn, nekarîne ku meşekî liser bingeha daxwaza serxwebûnê pêk bînin? Jiber ku ez ev hesta welatparêziyê bi wî qasî bihêz nabînin ku mijara han bike ewlewiyeta yekemîn a xelkê.

Astenga Duyemîn nebûna pilan û bernameyekî hevpar e di nava hêz û aliyên siyasî de li Kurdistana Başûr. Wate bona mijarekî weha girîng hewce ye ku bernameyekî poxt ji aliyê hemû hêz û aliyan ve bête darêtin û bi hevahengiya digel hevdu, ber bi pêşve bibin. Eva ku hewce ye niha nahê dîtin, û tenanet bîr û boçûnên cuda ji hevdu li dor çavanî û dema ragehandina serxwebûnê hene û tenanet asteng û rikeberiyên siyasî jî têkel bi vê mijara nîştimanî hatine kirin, û eva jî bandorekî nerênî xistiye ser kurdistanê. Hêz û aliyên siyasî ên Kurdistana Başûr dikarin ku di qada siyaseta hundir xwe de gellek bi ciyawazî li mijaran binêrin û tenanet hewla vê bidin ku hikûmet û deshilatê bigirin destê xwe, lê nabe ku ev nakokî û cudahiya bîr û boçûnan di mijarên nîştimanî de rengvedan hebe, bi awayekî ku li Bexdayê siyasetên li dijî hevdû bimeşînin.

Astenga Sêhemîn mirov dikare îşaretê bi jê’opolitîka Kurdistanê bike û ev parvebûna ku di çend salên derbazbûyî de bi ser Kurdistanê de hat, rewşek weha pêk aniye ku, her biryarek ku li dor xweseriya Kurdistanê bê dayîn, rasterast û nerasterast girêdayî bi hemû welatên herêmê û tenanet zilhêzên cîhanî jî hebe. Eva bi vê wateyê nahê ku razîbûna welatên cîran û herêmê û tenanet xwedîhêzên cîhanê bibe mijara sereke û kilîla serxwebûnê, belkî gerek gotina Yekem û dawiyê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bê kirin, lê hevdem digel vê yekê, bandor û karîgeriya hemûyan liber çav bê girtin.

Di vir de em dibînin ku bi çêkirina têkiliyên gellek baş digel Turkiyê û vekirina deriyê aborî û rêya gehîştina bi avên azad, heya rêjeyek berçav alîkar bûye bo mijara serbixweyîya Kurdistanê, jiber ku di siyasetên Komara Îslamî ya Îranê de Kurdistanekî azad cih nagire, jiber ku bi hemû awayekî li dijî berjewendiyên qirêj ên Komara Îslamî ye. Heyamek berî niha “Sefewî” yê şêvirmendê leşkirî yê Elî Xamineyî ku fermandeyê berê yê Sipaha Pasdaran bû ragehand ku, “Hekî bê û Barzanî serxwebûnê îlan bike, Kurdistan wê digel astengên micit berbirû be, jiber ku Kurdistana hatiye dorpêçkirin, wate hêzên dost ên me dikarin rêgiriyê bikin ji têkiliya Herêma Kurdistanê bi cîhana derve”.

Hekî em li xerîteya Herêma Kurdistanê binêrin, xûya dike ku beşek berçav ji vê beşa Kurdistanê digel Kurdistana Rojhilat hevsînor e ku ji aliyê Îranê ve hatiye dagîrkirin, beşek din di bin deshilatdariya Îraqê de ye û Heşda Şe’bî jê hatiye cihgîrkiirn ku tu ferq û cudahiyek digel Sipaha Pasdaran nihe, beşek din hevsînor e digel Kurdistana Bakûr û Kurdistana Rojava ku di bin bandora hêzên PKK û Êzidiyan de ye û dostatiya nêzîk digel Heşda Şe’bî û Îranê dikin, wate rejîma Îslamî ya Îranê dixwaze ji vê rêyê ve rêgir be ji ragehandina serbixweyî ya Herêma Kurdistanê. Pêdiçe ku gellek hêz û aliyên weke Erebistan û Ordon û welatên din ên herêmê rêgir nebin li hemberî ragehandina serbixweyî ya Herêma Kurdistanê, lê nikarin ku hemû hewlên xwe jî bona piştevaniya Herêma Kurdistanê bixin gerr, lewra jê’opolitîk bi başî alîkariya Kurdistanê nake di ragehandina serxwebûnê de.

Astenga din nebûna siyasetekî zelal ji aliyê welatên xwedîhêz ên weke Amerîka û dewleta Obama bû, jiber ku siyaseta Barak Obama bû sedema têkçû û alozbûna herêmê û rê bona destêwerdanên zêdetir xweş kir, û eva jî bûye sedem ku balansa hêzan li herêmê bi tewhî têk here, û eva jî bandor xiste ser hemû hevkêşeyên siyasî, lewra gelek bi hestyarî digel wan pirsan berbirû dibin, ev jî li benda kiryarên Herêma Kurdistanê bi xwe ne, jiber ku her weke çendîn caran Mesûd Barzanî ragehand ku, ew nabine rêgir û pê diçe ku alîkar jî bin, lê gerek pêngava Yekemîn ji aliyê Kurdistanê ve bête avêtin. Niha jî bi hatineserkar a Donald Trump û liberçavgirtina siyaset û gotara Amerîkayê di serdemê nû de, gerek çavnihêriya hemû tiştekî bikin, jiber ku liser esasa wan dijatiyên zelal û eşkere ku Donald Trump digel rejîma Îranê dike, piştevaniya zêdetir ji dewleta Obama bo Kurdistanê, tê texmînkirin.
Di nava wan hemû astengan de take hêza siyasî a Kurdistanî li derveyî Herêma Kurdistnê, ku xizmet bi serxwebûna Herêma Kurdistanê kiribe, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ye, ew jî bi destpêkirina qonaxekî nû ji xebatê li jêr navê “Rasan”ê ye, ku serbarê guherînkariyên berçav di tevgera siyasî a Kurd li Kurdistana Rojhilatê de, bûye karteke zext û gîwaşê li ser rejîma Îslamî ya Îranê û dijatiya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike. Lewra gerek eva girîng bê nirxandin.

Serbarê wan hemû astengan, gelê Kurd bona gehîştina bi xweseriyê, tenê hewcehî bi çareseriya astenga Yekemîn û Duyemîn heye, jiber ku têkiliyên wan bi hundir Herêma Kurdistanê ve heye, wate çêkirina îradeyê bona biryardana li ser kareke mezin, û hekî îrade hebe hemû astengên din wê bêne pûçkirin, bê guman biryarekî weha li herêmeke weha hêsan nine, lê bi dirêjahiya dîrokê eva hatiye îsbatkirin ku, tu hêzek nikare pêşiyê ji îradeya gelekî bigire, lewra cudakirina pirsa xweseriyê ji nakokiyên din ên hundir Kurdistanê, dibe sedema sereke ya rakirina yek bi yek a wan astengan.

Bêguman dibe di vir de amaje bi vê derfetê bê kirin ku bo serxwebûna Kurdistanê derketiye holê, ku piştî Lozan û Saykspîkoyê, û piştî derbazbûna sed salan, taze derfetek weha hatiye pêşiya gelê Kurd, lewra gerek nehê jidestdan, bitaybetî niha ku piraniya astengên ser rêya xweseriyê, navxweyî ne, ne derekî.