Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di doma gotinên Erdoxan û çavûşoxlu de, Îranê bangevaziya sefîrê Tirkiyê kir

14:23 - 21 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Li gor gotinên Erdoxan serkomarê Tirkiyê û Mevlûd Çavûşoxlu Wezîrê Karûbarê Derve yê wî welatî di derheqê rola nebaş a Îranê di navçeyê de, serfîrê Ankarayê di Tehranê de bo Wezareta Karûbarê Derve ya Îranê hate vexwandin.

Îran û Tirkiye piştevaniya aliyên şer di Sûriyê de dikin. Beşar Esed serkomarê Sûriyê bi piştevaniya Îranê şer dike, û girûpên opozisyonê jî di bin kontorol û piştevaniya Tirkiyê de ne.

Herwiha di Îraqê de, fermandeyên Heşda Şe`ibî ku piraniya wan Şî`e ne, û alîgirên Îranê ne, û ji aliyê Îranê ve hatine perwerdekirin, û piştevaniya malî û lojîstîkê ji wan re tê kirin, gellek rexne li hebûyîna leşkerî a Tirkiyê di Îraqê de girtine.

Li gor nûçegihaniya Anatolî; Mevlûd Çavûşoxlu di civîna Monîxê de gotiye :” Îran dixwaze Sûriyê û Îraqê bike Şî`e mezheb.”
Navbirî gotiye: “Em dijî her cure tayifegeriyekê ne, û ji Îranê xwest ku dest ji tehdîd û destêverdanên xwe di navçeyê de berde.”

Behram Qasmî, berdevkê Wezareta Karûbarê Derve yê Îranê, li beranber wan gotinên Çavûşoxlu nerazî bûna xwe anî ziman û got: “Bêhna me fereh e, lê heyanî hedekê.”

Nu`man Kurtulmûş nûnerê serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê dewleta wî welatî, xwast ku hinekê wan gotinê di navbera her du aliyan nerm bike, wî di civîneke çapemeniyê de got: “Îran û Tirkiye du dewletên dost in. Dibe ku hindik caran nîqaşên wiha çêbibin, lê nayê wê wateyê ku em dijminên hev in. Eger me cudahiya boçûnan jî li beranber Îranê hebe, nayê vê wateyê ku em vê cudahiya boçûnan gellek mezin bikin.”