Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taya Meseba Şafê’î li taqîkariya Konkûra Îranê hate rakirin

16:04 - 21 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Zanist û Dewleta Rûhanî biryar dan ku Taya Meseba Şafê’î di taqîkariyên Konkûra Îranê de nehêlin.

Wezreta Zanist û Dewleta Tedbû û Omîd, di demekî de ev biryarê didin ku beşek berçav ji Sunî mesebên Îranê, peyrewa meseba Şafê’î ne.

Eva di demekî de ye ku yek ji sozên Rûhanî di dema pirûpagandayên hilbijartinan de, dabînkirina mafê kêmaniyên mesebî û netewî bû di Îranê de, lê her piştî hilbijartinê û biserketna Rûhanî, derket ku weke dewletên berê, eva tenê soz û qewlên direvîn bûn, bona vê ku xelkê Îranî li pêşberî bîrûraya giştî de bikişînin ser sindûqên dengdanê.

Eva jî vê yekê diselimîne ku, bi giştî sistema daxistî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, netenê mafên despêkî ên kêmaniyên netewî û mesebî dabîn nake, belkî hewla asimîlekirin û jinavbirina yekcarî ya hemû netewe û mesebên bindest di Îranê de dide.

Damezirandina taya Şafê’î vedigere bo serdemê Birûcêrdî û Şêx Mehmûd Şeltût, ku Şêxol Îslam Kurdistanê û Ebdulrehman Mohtedî têde rolek berçav lîztine.