Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Amerîkayê rêûresmeke rêzgirtinê bo “Ebdulriza Kerîmî” hate lidarxistin

16:22 - 21 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ li Waşintonê, rêûresmek taybet bo Ebdulriza Kerîmî, naskirî bi “Kak Ebû” lidar xist.

Roja Şemî berwarê 19’ê Şubata 2017’an, Komîteya PDKÎ li Waşintonê, rêûresmek taybet bo Ebdulriza Kerîmî, naskirî bi “Kak Ebû”, endamê berê yê rêberiya Hizbê lidar xist.

Rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bêdengiyê bona rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest bi karê xwe kir.

Piştre “Cemal Ebdulazade” yê berpirsê Komîteya Hizbê li Amerîkayê peyama Deftera Siyasî a PDKÎ derheq bi koça dawiyê ya Kak Ebû pêşkêş kir.

Di beşa din a rêûresmê de Areş Salih yê nûnerê PDKÎ li Amerîkayê çand gotinek liser girîngiya devera Kirmaşanê, û hewcehiya pişikdariya vê deverê di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd de, pêşkêş kir.

Di beşek din a rêûresmê de “Rehîm Reşîdî” dost û hevkarê berê yê “Kak Ebû” liser pêgeh û zanistên Kak Ebû Çend gotinek pêşkêş kirin.
Piştre peyama hevxemiya Yekitiya Nîştimanî a Kurdistanê li aliyê “Ebdulrehman Hesen” ê berpirsê rêkxistinê Yekitiyê li Amerîkayê ve hate xwendin.

Di beşa din a rêûresmê de “Murtêza Êsfendiyarî” yê xizmê Kak Ebû, çend gotinek di vê derheqê de pêşkêş kirin û têde, rola Kak Ebû di xebata rizgarîxwazî ya gelê Kurd de bilind nirxand.

Di beşa din de “Osman Palanî” pexşanek û herweha “Mehbûbe Husên” helbestek pêşkêşî rêûresmê kirin.

Hêjayî basê ye ku çend peyam bo rêûresmê hatibûn ku pêkhatibûn ji:

- Peyama birêz “Mela Hesen Şêweselî” endamê êftixarî yê Komîteya Nawendî a PDKÎ
- Peyama Mensûr Ezîzî endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ û berpirsê Teşkîlata Derve yê Hizbê
- Komîteya Hizbê li herêmên Kalîfornya û Tênêsî
- Peyama Kongireya Neteweyên Îrana Federal taya Amerîkayê