Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destêwerdanên rejîma Îranê di welatên din de êdî bûye pirseke cîhanî

14:59 - 22 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Siyasetên têkderane û destêwerdanên rejîm Îslamî ya Îranê di karûbarên welatên din de, bûye piresek cîhanî û her roj bertekên tund ji aliyê welatên curbicur ve li hember tên girtin.

Di vê derheqê de “Husên Moftî Oxlû” yê berdevkê wezareta karê derve yê Turkiyê ragehand ku, “Nahê qebûlkirin ku Îranê tenanet destê xwe ji şandina penaxwazên welatê xwe, wate Efxanî û Pakistanî, bo qada şerê Sûriyê naparêze, û hevdem welatên din bi têkdana ewlehiya herêmê tawanbar bike.

Diyar e armanca berdevkê wezareta karê derve yê Turkiyê Gordana “Fatimyûn” û “Zêynebyûn”e ku rejîma Îslamî ya Îranê ji penaxwazên Efxnî û Pakistanî pêk aniye û bona piştevaniya ji Beşar Esed, şandiye qada şer li Sûriyê.

Di Konfiransa Monixê de jî “Mowlûd Çavûş Oxlû” yê wezîrê karê derve yê Turkiyê ragehand ku, “Gerek hemû kes û liserveyî hemûyan deshilatdarên Îranê bizanin ku, sedema sereke ya têkdana ewlehiya herêma Rojhilata Navîn, rejîma Îranê ye”.

Hevdem di bersiva bangewaza rejîma Îslamî ya Îranê de, bona danûstanên digel welatên Erebî bona parastina ewlehiya herêmê de, “Enwer Qerqaş” ê wezîrê karê derve yê Îmaretên Yekbûyî ên Erebî ragehand ku, “Bona danûstanên micit û dûr ji pirûpagandeyan, hewce ye ku Tehran destan ji destêwerdana di karûbarên welatê herêmê de berde”.

Di bersiva “Mihemed Cewad Zerîf” ê wezîrê karê derve yê rejîmê bona danûstanên digel welatên Erebî de, Erebistna Si’ûdî jî daxwaza Îranê ret kir û got, heya Îran destan ji siyasetên xwe yên têkderane bernede, em digel wan liser maseya danûstanan narûnên.

Adil El-Cubeyr ê wezîrê karê derve yê Erebistanê, di konfiransa Monîxê de ragehand ku, “Îran piştevanê sereke yê terorîzmê ye, Îran hewlê dide ku ewlehiya herêmê têk bide, Îran hêzeke têkder e di herêmê de û hewla jinavbirina me dide, lewra heya rejîma Îranê siyasetên xwe neguhere, em digel wan nakewin danûstanan.

Destêwerdanê rasterast û piştevaniya ji girûpên terorîstî ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê li welatên Sûriye û Lubnan û Yemen û Îraq û Behrêyn û welatin din ên herêm û tenanet welatên Afrîqa û Amerîkaya Latîn jî, bûye sedem ku roj bi roj ev rejîm di bîrûraya giştî de kirêt û îzoletir bibe, û di vê pêxemê de jî rexne û bertekên tund bitaybetî piştî hatineserkar a Donald Trump, li heberî siyasetên Tehranê hatine girtin.