Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di gundê Xirabe Bava a Nisêbînê de bi dehan kesî hatine kuştin û birîndarkirin

20:24 - 23 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Di torên civakî de ew wêneyên ku serbazên arteşa Tirkiyê û yekîneyên taybet ên dijî terorê ji herêmên Kurdistana Bakûr girtine, di vî welatî dest bi dest têne gerandin.

Di van dîmenan de mirov dikare kesên wisa bibîne ku hatine kuştin yan jî hatine îşkncekirin.

Ew bi giştî xelkê gundê Xiraba bava di derdora şaristana Nisêbînê li ser sînorê Tirkiyê digel Sûriyê ne.

Gundê Xirabe Bava di 11`ê Şibatê ji aliyê arteşa Tirkiyê yan jî, yekîneya taybet ya dijî terorê hatine dorpêçkirin. Di 1`ê Şibata Îsal di şaristana Nisêbînê de rewşa awarte hate ragehandin. Di Xirabe Bava de rewşa awarte niha jî dom dike. Nûçegihaniya Almanyayê belav kiriye ku di roja borî de arteşa Tirkiyê li du rojên borî de du gundên din jî di şaristana Nisêbînê de dorpêç kiriye.

Li gora rapora Firankforter Algimayne, Feleknaz Oca yek ji nûnerên HDP`ê di parlemantoya Tirkiyê di gel yek ji gundiyên vî gundî bi riya telefonê axiviye, û nûçeya îşkencekirina hinek ji xelkê vî gundî piştrast kiriye. Serbarê vê yekê jî xelk di rewşeke dijwar de dijîn, û xwarin û vexwarina pêwîs dest wan nakeve.

Saziya Sîwaka Azad, ragehandiye ku serbazên arteşa Tirkiyê, îznê nadin xelkê, ku birîndaran veguhêzin nexweşxaneyên Nisêbînê û bajarên din ên derdorê.

Sîwaka Azad dibêje ku di 10 rojên borî de herî kêm sê kes ji xelkê vî gundî hatine îdamkirin. Gellek ji akinciyên vî gundî hatine girtin û du kes jî heya niha bêserûşûn in. Serbazan heya niha çend malên vî gundî şewitandine, û telefonên wan ji wan standine. Dewleta Erdoxan amade nine ku di vê derheqê de bersivê bide nûnerên HDP`ê.

Eva yekem car nine ku arteşa Tirkiyê Xirabe Bava dorpêç dike, û di sala 1994`an de jî, di dema şer de, ew gund şewitandibûn,û akinciyên wê neçar kirin ku herin bajarên din. Di sala 2001`an de hêlan ku xelkê vî gundî vegerin gundê xwe, û gundê xwe ji nû ve ava bikin.

Tirul Dora nûnerê parlementoya Tirkiyê dibêje ku hemû xelkê vî gundî ji pîr û ciwanan hatine destbiserkirin. Piştî derbeya şikestxwarî ya 15`ê Tîrmehê a 2016`an di Tirkiyê de, êrîşên li ser herêmên Bakura Kurdistanê zêdetir bûne.

Di Tirkiyê de rewşa awarte hêj berdewam dike,û gellek ji şaredarên herêmên Kurdista Bakûr ji ser kar hatine derxistinê, û çapemeniyên bi zimanê Kurdî hatine daxistin, û zêdetir ji 10 hezra ji endamên HDP`ê hatine destbiserkirin. Di heman demê de jî 11 hezar mamostayên kurd ji ser kar hatine derxistin.