Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Montezirî hate destbiserkirin

21:26 - 23 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Ehmed Montezirî, kurê Husênelî Montezirî hate destbiserkirin.

Li gor nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemiyê 4’ê Reşemehê, malpera fermî ya Husênelî Montezirî, derheq destbiserkirina navbirî, ji aliyê dadgeha taybet a rohaniyetê nûçeyek belav kiriye.

Ehmed Montezirî, di Sermaweza 94’an bi sebeba belavkirina dosiyeke dengê babê xwe hatibû tawanbarkirin ku, di vê dosyeyê de Husên Montezirî, li ser îdamên sala 67’an, ku weke mezintirîn tawanên rejîma Îranê bi nav dibe, hatiye tawanbarkirin û her bi tawana belavkirina vê dosyeya babê xwe, Ehmed Montezirî bi tawana dijayetiya ewlehiya neteweyî, çalakî li dijî rejîma Îranê di encam de bi 21 sal girtîgeh hate mehkûmkirin.

Husên Elî Montezirî di bîranînê xwe de, hejmara îdamên sala 67’an 2800 heyanî 3800 kesî dihesibîne, eva di halekê de ye ku çalakêm mafê mirovan asta îdamên vê salê, 5 hezar îlan kiriye.

Li gor vê dosyayê, fermana rasterast a Xomêynî palpiştê wan îdamên sala 67’an e, û Husên Elî Montezirî derheqê wan cinayetên sala 67’an dibêje: “Dîrok ji ber sebeba wan tawana me mehkûm dike” û herwiha di ciheke din de jî, wî karbidestên dezgeha dadweriyê a rejîma Îranê weke cinayetkar bi nav kirine.

Di meha Gelawêj û Xermanana 67’an hejmareke zor ji çalakên siyasî di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin ku yek ji mezintirîn îdamên di vê serdemê de tê hejmartin.