Kurdistanmedia: Gerra Duhemîn a danûstanên “Jinêv”ê dest pê kir û Serokê Heyeta Danûstankar a dijberên Beşar Esed ragehand ku, “Îran astenga herî sereke liser rêya bidawîhatina şerê di Sûriyê de ye”.
Di vê derheqê de “Nasir El-Herîrî” yê serokê heyeta danûstankar a opozisyona Sûriyê, roja Pêncşemî 23’ê Şubatê li jinêvê ragehand ku, binpêkirina agirbesta ku ji aliyê Turkiye û Rûsiyê hatiye ragehandin, ji aliyê Îran û Hizbûllah û rejîma Beşar Esed ve berdewam e.
Nasir El-Herîrî îdî’a dike ku welatên ku garantiya agirbestê kirine, bitaybetî Rûsiyê, nekariyê ku çekdarên ser bi dewleta Beşar Esed û girûp û aliyên din ên piştevanê rejîma Sûriyê kontrol bikin, bitaybetî nekarîne ku rejîma Îranê kontrol bikin.
Her di pêvajûya birêveçûna civîna Jinvê de, opozisyona Sûriyê ragehandiye ku, “Em ji rola veşartî û piştî perde ya rejîma Îslamî ya Îranê pir nîgeran in”.
Nasir El-Herîrî di doma gotinên xwe de daxwazê ji Waşintonê kir ku, di herêmê de roleke çalaktir bilîze û rêgiriyê ji destêwerdanên rejîma Îranê, di herêmê de bike, jiber ku rejîma Îranê bi hezaran şervan bona geşkirina agirê şerê mesebî û tayfî di herêmê de, belav kirine.
Herîrî tekezê dike ku, hewce ye liser asta herêmî û cîhanî hewlên sekinandina rejîma Îranê bên dayîn, û bona vê yekê jî çavnihêriya me hemûyan ji Amerîkayê ye.