Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî Kevin yê PDKÎ koça davî kir

15:23 - 1 Adar 2017

Kurdistanmedia: Seyîd Ehmed Paşaberdî pêşmergeyekî mêjîn (dêrîn) yê PDKÎ di Serdeştê de koça davî kir.

Li gor nûçeya giheştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemiyê 8’ê Reşemeha 1395’an pêşmergeyekeî Kevin yê PDKÎ bi navê “Seyîd Ehmed Paşaberdî” di navçeya “Rebetê” de bi sebeba nexweşiyê di temenê 75 salî de koça davî kir.

Ehmed di destpêka şoreşa gelan a Îranê de derbazî nav refên pêşmergeyatiyê bûye, û heyanî sala 1365’an , navbirî çend salan fermandeyê “Lik” a du, ya hêzên “Mîneşem” bûye.

Seyîd Ehmed bi dehan serwerî bo PDKÎ tomar kirine, û du caran jî bi giranî birîndar bûye, û bi sebeba birîndarbûnê desteke wî ji kar ketibû.

Termê navbirî di nav girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.

Malbata Seyîd Ehmed malbateke naskirî bû, û di navçeyê de tê hezkirin.

Navbirî li ser destûra PDKÎ çûye nav malbata xwe û heyanî demjimêrên daviyê yên jiyana xwe, girêdayî rê û rêbaza PDKÎ ma.

PDKÎ sersaxiya malbat, xizm û kesûkarê navbirî dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.