Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina birakujî

12:45 - 7 Adar 2017

Kerîm Perwîzî

Di dîroka geşekirina neteweyan û bi taybetî di nava neteweya Kurd de jî mixabin diyardeya şerê navxweyî, li kultura siyasî ya Kurdistanê de bi şerê birakujî hatiye naskirin. Diyardeyeke berçav û xwediyê karnameyeke reş ya dîrokî ye. Li her serdem û demekê de jî her dem kes û destûpêwendî û girûpên wisa jî hebûne ku berdewam ew agirê şer geş kirine, û sotemeniyeke zêde jê re anîne, da ku ew agir malkambaxtir be!.

Lê di serdema nû de, rewşa siyasî û têgihîştina civakê gihaye astekê ku êdî ew cure kiryar nehêne qebûlkirin, û her cure hawarbirina ber şereke xwekujî mehkûm dike.

Du sal berî niha li ser bilindahiyên Kêleşînê ji aliyê gerîlayên PKK`ê ve hatin dorpêçkirin, û piştî çend rojan pêwendiyên siyasî û gotûbêj, mixabin şer rû da, û di şerekî çend demjimêrî de, çend xortên Kurd li her du aliyan hatin hingavtin. Lê li ser hestbûna hemû Kurdan di warê hizrî de, rola xemxwerên Kurdistanê di warê medya û ragehandin û siyasetê ve pêşiya mezinbûna agir girtin û şer sekinî û diyalog ku diviya pêştir rêya çareseriyê bûya, lê di qonaxa duyem de, bû çarçoveya diyarîkirina siyaset û xebatê.

Çend roj berî niha li encama veguhastina pêşmergeyên Rojava, hêzên ser bi PKK`ê ku bi navên din li Rojava û Şengalê hene, ligel vê hêza pêşmerge berbirû bûn, dîsan encama çend sal diyalog û lihevkirinê û …hwd ku hatibûn binpêkirin, li vê roja karesatbar de dîsan çareserî bi lûleya çekê hate spartin. Mixabin çend xortên Kurd li her du aliyan bûne qurbanî. Lê her wekî bûyera Kêleşînê, raya giştî û hizra Kurdistaniyan, li ser hest bûn, û bi vê helwestê pêşiya mezin bûna karesatê girtin.

Rewşa siyasî û civakî li Kuredistanê gellek guheriye û siyaset û karê siyasî û xebat û tekoşîn li qonaxeke din de kar dike. Pêwîst e ku em wê qonaxa nû nas bikin û şanaziyê jî pê bikin.

Şanazî bi vê wateyê ku di nava hemû bedbextî û malwêranî û pirş û belawî û gefên dijminên me,û dagîrkarên ax û siyaseta me, asta têgihîştina hizrî ya neteweya Kurd gihaye wê astê ku civakeke ser xet me heye, ku bi xwe pêşiya serhildana karesatên navxweyî digre.

Renge girûp û aliyên wisa jî di nava wan de hebin ku agirê şer xweş dikin, û encama şerekî bi vî rengî jî tenê malwêraniya hemû aliyekî û sotana Kurdistanê ye, lê rê bi wan nehatiye dayîn ku di warê hizrî de hejmoniya xwe, bi ser civakê de hebin, û Kurdistanê ber bi çareserkirina kêşeyên navxweyî ji riya siyasî û diyalogê ve pêngavan bavêje.

Di vir de ye ku dibe wekî Kurdistaniyekî em şanaziyê bi vê bikin ku em bi ezmûna xwe ve,me xomaliya diyalog û siyasetê kiriye rêkartek bo çareseriya kêşeyên xwe. Rûniştin li pişt maseya diyalogê, kuştin û meege ji birakujî ye re.