Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erkê takê Kurd li dijî îxanet û caşitiyê(Cerdevaniyê)

12:50 - 7 Adar 2017

Elî Munezemî

Îxanetê dîrokek bi dirêjahiya dîroka mirovahiyê heye. Di dîroka şoreşên gelê Kurd bo azadî û serbestiyê de, îxanet peyveke bîhanî nine. Her ji şoreşa “Xanê Lepzêrîn” ve bigire heya “Ehmedê Lêtanî”, ku bi eşkerekirina çavkaniya ava “Kela Dimdim” bûye sedema herifîna Şoreşa Dimdimê, û heya digîje xebata partên siyasî yên îro yên Kurdistanê ku bona azadî û serbestiyê xebatê dikin, û rojane em şahidê pîlan û îxanetên bi sedan kesên weke “Ehmedê Lêtanî” ne, û her roj bi rengekî, gelê Kurd wateya vê peyva qirêj (Îxanet) dibîne.

Armanc ji nivîsandina vê gotarê, dîroka îxanetê nine, herçiqas ku tu peyvek bê dîrok nine. Her çava di serdêra gotarê de hatiye diyarîkirin, di vir de jî em basa erkên takên Kurd li dor îxanet û caşitiyê dikin. Dema basa erk derdikeve holê, hewce ye bê gotin ku erk buhayekî Exlaqî-Siyasî ye. Rojhilata Kurdistanê hêj xwediyê yasayekî bingehîn nine ku em bikarin mifahê jê bistînin û alîkarê me be, bo vê mijarê. Lewra bi neçarî emê him mifahê ji yasayên hinek welatên demokratîk bistînin, û him ji “Felsefeya Exlaqî”. Di vir de tenê bo mînak, bas ji yek ji tê’oriyên Felsefeya Exlaqî, bi liberçavgirtina yasaya bingehîn a hinek welatên cîhanê tê kirin li dor îxanetê, û di vê çarçoveyê de, emê erkên takên Kurd destnîşan bikin û li ser baxivin û encamê jî, jê bisitînin.

Berî ku ez herim nava mijarê de, wateya hinek peyvan hewce ye:

•Îxanet:

Îxanet hemû ev buhayên “Nigetîv” ji xwe digire:

Têkder, bêwefayî, tevdanîkarî, bê yasayî, peymanşikênî, fîtne, nafermanî, serpêçî, ajîtasyon, pîlangêrrî, hevkariya digel dujminan û şikandina baweriyê.

Îxanet peyvekî zagonî ye ku di “Wikipedia” yê de, weha hatiye şirovekirin, “Îxanet bi wateya “Fêlkirin” anku “Teqelob”ê tê. Wate kiryarek li dijî xweserî anku parastina welat e.
Sê cure îxanet hene: Îxaneta mezin, Îxaneta bi welat û Îxaneta di dema şer de.

Îxaneta mezin bi wateya îxaneta li dijî yasaya bingehîn a welat û îxaneta li dijî rêberê welat tê. Îxaneta bi welat bi wateya îxaneta bi xweserî û parastina welat tê. Îxaneta di dema şer de bi wateya alîkarî û pişikdariya digel dujmin di dema şer de tê.

•Caş(Cerdevan):

Gellek kes Mamosta hejar bi danerê vê peyvê didin nasîn, ku bo kesên xa’în û kirêgirtî bi kar aniye, û niha jî di edebiyata siyasî a Kurdistanê de, cih girtiye û tê bikaranaîn.

Dema ku bas ji “Exlaq” tê kirin, wate bas ji vê beşa felsefeyê tê kirin ku normên cudakirina “Başî” ji “Xirabiyê” destnîşan dike. Yek ji felsefeyên herî balkêş felsefeya “Êmano’êl Kant” e ku bi “Exlaqa Erk” binavûdeng e. Felsefeyek ku ne li ser “Encama Kiryaran”, belkî li ser “Armanc ji Kiryaran” disekine. Eva jî bi vê wateyê tê ku, hekî armanc ji karekî armancekî baş be, wate karê han di warê exlaqî de karek baş û dirust e, û hekî armanc ji karekî jî niyetekî xirab be, karê han karek xirab û ne exlaqî ye. Li gorî baweriya Kant, “Xwasteka Baş”, baştirîn û li serweyî hemû tişta ne, û her karek dirust ji vê bîrkirinê ve çavkanî bigire, encamdana wê bi erk tê hesibandin. Wate encamadana her karekî ku bi erk tê hesibandin, baş û dirust e.

Weke “Arne Nes” dibêje; “Deskevta herî mezin ku mirovek dikare bidest bixe, ew heyecan e ku mirov bona bicihanîna erkên xwe heye”. Kant bona encamdana karê baş û dirust bi dîtingeha exlaqî ve, lîsteyek ji karên han bi hewce nabîne. Belkî yasayekêbona wan karan destnîşan dike ku, her kesekî li xwe digire û giştgîr e. Ev yasa jî eva ye ku, “Mirov dibe bi awayekî tev bigere ku, encama tevgera wî/wê, bibe yasayekî gerdûnî”. Wate ew sedema ku dibe hander bona vê ku mirov karekî bike, gerek bo hemû kesên din jî ku wî karî dikin bê qebûlkirin û bi rewa bê zanîn. Yasaya han jî nabe weke tişteke awarte derkeve holê, belkî gerek weke erk bê birêvebirin, û bona vê ku hejmarek mirov xwe weke netewe pênase bikin, xwediyê hinek taybetmendiyên hevpar in ku, li gorî wan taybetmendiyan, civakek weha, dibe xwediyê hevalbendiyeke civakî, û parastina weha hevalbendiyek û berjewendiyên wê, dibe erkê her mirovek endam di vê civakê de.

Netewa Kurd jî li gorî taybetmendiyeke weha, xwediyê hevalbendiyeke Kurdî û berjewendiyên bilind ên netewa Kurd e, ku parastina wê dibe erkê her takekî gelê Kurd. Her kesek bi her awayekî hewla lawazkirina vê hevalbendiyê bide, û berjewendiyên vê bixe tehlûkeyê, bi kesekî peymanşikên û dî rastî de “Xa’în” tê hesibandin. Hewlên weha dikarin bi awayên curbicur bên dayîn.

Weke kesên ku zaniyariyan li ser pêşmerge(Ku hêza parastina gel û berjewendiyên wê ye) kom dikin, û di Kurdî de bi “Sîxor” têne nasîn. “Caşitî” ku berê bi wan Kurdên çekdar dihate gotin ku alîkariya dujmin dikirin, lê niha li gorî pêşkevtina civakê, bi şêwazên din ên îxanetê jî, herwisa tên pênasekirin,(Wek kesên ku bi nivîsandinê piştevaniyê didin pîlanên dujminan, û bi “Caş Qelem” tên nasîn), herweha kesên ku îro rojê kirêgirtiyên rejîmê ne û di nava xortên Kurd de madeyên hişber belav dikin. Kesên ku îxanet û caşitiyê dikin, bona dadperwerane nîşandana karê xwe, gellek hewlan didin û dixwazin rastî û dirustbûna karê xwe bidin selimandin. Weke vê ku tu derfetên din ji wan re nine û ew neçar in, yan em û neteweya ku me diçewisîne, birayên hevdu ne, û xwediyê yek welat û yek ol û hwd ... ne. Ev sedem û gotinên ku kesên weha tînin ziman, bi hêsanî hizr û nêrîna wan derdixe ku Êgo’îstbûna wan diselimîne, ne dadperwerbûna karê wan. Jiber ku wan bi xwe jî bawerî bi karên xwe nine, ku weke erkek di derûna wan de çavkanî girtibe. Lê bi vî halî jî amade nine ku destan ji vî karê bê exlaqî bikişînin.

Herweke çava di serî de me amaje pê kir, Kant yasayekî destnîşan dike ku em dikarin pişta xwe pê qahîm bikin bona vê ku karên me rengê exlaqî bi xwe ve bigirin. Wate her hokarek ku em bona encamdana karekî bo xwe bi rewa dizanin, gerek ev hokar bo her kesek din û her dereke din, weke yasayekî gerdûnî bê qebûlkirin. Gelo li gorî vê yasayê caşitî anku îxanet dikare bibe yasayekî gerdûnî? Bi xatircemî kes nikare vê îdî’ayê bike. Wate berevajî, weha karek, yasayekî gerdûnî ye, her pêngavek di pêxema jinavbirina caşitî û îxanetê de, yasayekî gerdûnî, û herweha erkekî exlqî ye û erkê her takekî Kurd e.

Lewra rewşenbîr, xwendekar, mamostayên olî, mamostayên xwendingehan û zanîngehan û bi giştî her takekî civaka Kurdî, bona nehêlana diyardeya caşitî û ronîkirina derencamên vê diyardeyê, erkdar in û eva jî erkê netewî û exlaqî yê wan e. Jiber ku îxanet û caşitî hemû cûrên îxanetê bi hevre li xwe digire. “Îxaneta mezin”, ku li dijî yasaya bingehîn a welat û li dijî rêberê welat tê encamdan(serbarê vê ku em hêj xwediyê yasaya bingehîn nînin), “Îxaneta bi welat” ku bi wateya îxaneta bi xweserî û parastina welat tê, û “Îxaneta di dema şer de” ku bi wateya alîkarî û pişikdariya digel dujmin di dema şer de tê.

Gelo niha ku em xwediyê yasaya bingehîn nînin, çi bikin li hember îxanetkar û caşan de? Di welatên din de digel weha diyardeyekê, çava riftar tê kirin?

Her weke berê û di serî de me bas jê kir, îxanet bi wateya “Ladan ji wefadariyê” li hember welat û deshilatê tê, bitaybetî di dema destpêbûna şer de û bi bizanebûn alîkarîkirina dujmin (Dujminê neteweya xwe), û dana zaniyariyên nepenî û girîng ên netewî bi dujmin.

Di piraniya welatên cîhanê de, cezaya weha karekî,“Mirin” e. Kesek ku karek bi vî rengî dike, jê re dibêjin “Xa’în”. Îxanet pirsgirêkek mezin e li dijî civakek azad. Di civakek azad de ku xelk ji rêya nûnerên xwe ve, karên xwe bi rê ve dibin, daxwaz tê kirin ku opozisyonek wefadar hebe. Lê wefadariya han jî bi vê wateyê nahê ku rê ji dijberan bê girtin ku bi azadî jiyan bikin, û nêrîna xwe bînin ziman, û karên xwe ên rêkxistinî bi rê ve bibin. Lê di sîstemên zêdexwaz de, gellek bi hêsanî dikarin tometa îxanetê bi ser kesekî de, bi sedema dijatiya digel felsefeya girûpa deshilatdar bisepînin. Lê di her welatekî de, birêveberên welat bona vê ku sîstema siyasî ya welat biparêzin, gerek derfeta vê yekê hebin ku dewsa dujminên xwe peyda bikin, û hekî hewce be, bi tundûtîjî jî, bersiva wan bê dayîn.

Bo mînak di yasaya bingehîn ya Amerîkayê de, kesên ku li dijî Amerîkayê şer bisepînin, an ku tevlî refên dujminên Amerîkyê bin û yan jî bi alîkariya dujminan aramî û parsatina welat tevlî hev bikin, weke îxanetkar tên nasîn. Lê bona vê ku kesek bi îxanetkar bê nasîn, hewcehî bi îsbatkirinê heye, wate 2 kes bi “Sond xwarinê” ve, li dijî wî/wê şahidiyê bidin. Îxanet weke cînayetek li dijî hemû welat tê hesibandin, û bi awayekî sade, cezaya wî bidarvekirin e.

Li “Berîtaniyayê” di Sedsalên Navîn de bas ji îxanetên mezin weke karekî neyasayî û bi cezaya kuştinê hatiye kirin, û cezaya kesê îxanetkar jî eva bûye ku, serê kesê îxanetkar gerek ji leşê wî/wê bê cudakirin.

Îxanet binpêkirina yasayî ya herî kevnar û hestyar e di civaka siyasî de, ku li welatê Berîtaniyayê di sala 1351’an a Zayînî de, bûye yasa û welatên ku zimanê wan Îngilîzî bû, ysaya xwe ya li ser îxanetê, ji Berîtaniyayê wergirtine. Lê niha ku sîstema “Paşatiyê” girîngî û bûhaya berê nemaye û cihê xwe daye dewletê, her karek ku li dijî dewlet û têkdana ewlehiyê, û parastina welat/hikûmetê bê encamdan, bi îxanet tê hesibandin û li welatê “Kanadayê” kesê îxanetkar wê bi cezaya “Hepsa Hetahetayî” bê cezakirin.

Lewra gelê Kurd ku hêj xwediyê mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe nine, belkî xwediyê bi sedan dujminên curbicur e, û roj nine ku bi pîlan, derbeyan li gelê me nexin, partên siyasî gerek xwediyê çi bertekekî bin li hember diyardeya caşitiyê? Em dibînin ku PDKÎ û gellek partiyên siyasî ên din, bi ragehandin û karê rêkxistinî û bi hemû kanalên mumkin, kesên îxanetkar haydar dikin ku, heya direng nebûye, destan ji karê îxanetê berdin û vegerin hembêza gelê xwe?! Wate rêber û kesên şoreşvan erkên xwe bi cih anîne, û hewce ye ku kesên îxanetkar jî erkê xwe encam bidin û destan ji îxanetê berdin.

Her kesek li hemberî kar û kiryarên xwe de çend caran berpirsyar e. Berpirsatiya weke tak, ku têkilî bi çarenivîsa wî/wê bi xwe ve heye, berpirsatiya li hemberî malbatê ku di civaka me de, em bixwazin û nexwazin karên tak liser malbatê jî tên hesibndin bi baş û xirab, û berpirsatiya netewî ve. Lewra ez hêvîdar im ku, rojek bê tu zarokek û tu malbatekî Kurd, bi sedema kar û kiryarên kes û karên xwe, li hemberî neteweya xwe de serşor û şermezar nebe.