Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elmas Haşimî: “Roja herî nexweş veqetiyana hejmarek ji kadr û pêşmergeyan bû ji refên PDKÎ, herweha rojên ku pêşmergeyên Hizbê şehîd diketin, ji min re pir nexweş bûn”

12:52 - 7 Adar 2017

H: Arif Vêlzî

Siysetên dirust û li ser bingeha parastina buha û berjewendiyên netewî di nava PDKÎ de, yek ji şanazî û hêlên giştî û negor ên vê partiyê ne ku, Hizba Demokrat bi dirêjahiya temenê xwe û temenê tevgera rizgarîxwziya gelê Kurd di sedsalên derbazbûyî de, ji partiyên din cuda kiriye, û parên din ên Kurdistanê û endam û alîgirên partiyên siyasî çi li Kurdistan Rojhilat û çi li Bakûr û Başûr û Rojava, şanaziyê pêve dikin.

Elmas Haşimî jî yek ji wan takên Kurd e ku bi xwe xelkê Kurdistana Başûr e, lê heymê 23 salan e ku di nava refên PDKÎ de, jiyanê dike û xizmeta tevgera rizgarîxwaziya gelê me li Kurdistana Rojhilatê dike.

Elmas Haşimî keça “Mehmûd” sala 1973’an a Zayînî (1352’an a Rojî) li bajarê “Silêmanî” ya ser bi Kurdistana Başûr hatiye dinê.

Elmas Haşimî derheq nasyariya tevî PDKÎ û tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat, û jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Berî ku ez jiyan hevpar di nava PDKÎ de pêk bînim, min Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê nas dikir, jiber ku Hizba Demokrat partiyek naskirî û mezin bû ku, her Kurdek li here derekî cîhanê, vê partiyê nas dike. Lê min sala 1993-1994’an a Zayînî (1372-1373’an Rojî) jiyana hevpar digel pêşmergeyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Seyîd Necmedîn Haşimî” ava kir, û berhema jiyana me ya hevpar jî 2 kur in bi navên “Jiyar” û “Juwar”.

Jiyar sala 1995’an li bajarê Koyê hatiye dinê û niha qonaxa Pêncem a Beşa Mûzîka Peymangeha Hunerên Ciwan ên Koyê dixwîne, û Juwar jî sala 2001’an li bajarê Koyê hatiye dinê û ew jî, qonaxa yekem a beşa Şano a Peymangeha Hunerê Ciwn yê Koyê dixwîne”.

Elmas Haşimî piştî jiyaneke dûr û dirêj di nava refên pêşmergeyên PDKÎ de, çavnihêriya xwe ji PDKÎ û hevjînê xwe weha tîne ziman: “Ez heyamê 23 salan e ku di nava refên PDKÎ û şoreşa rizgarîxwaziya Kurdistana Rojhiltê de jiyan dikim, û çavnihêriya min ji Hizba Demokrat eva ye ku, ji xebata xwe berdewam be û xwîna şehîdan jibîr neke û ber bi pêşve here û xwe ji duberekiyê biparêze”.

Elmas Haşimî roja herî xweş a jiyana xwe ya di nava siyasetê de weha ji Agiriyê re bas dike: “Rast e ku jiyana min siyasî ye, lê ez bi xwe gellek ji siyasetê hez nakim, belkî qederê ez anîm nava siyasetê de, lê siyaseta di nava PDKÎ de, siyasetek rast û dirust e, û roja herî xweş bo min di nava siyasetdê de, roja yekgirtina Hibza Demokrat bû”.

Elmas Haşimî herweha roja herî nexwş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Rojên nexweş di jiyana min de zêde ne, roja herî nexweş veqetiyana hejmarek ji kadr û pêşmergeyan bû ji refên Hizbê, herweha rojên ku pêşmergeyên Hizbê şehîd diketin ji min re pir nexweş bûn, herweha çaxê min ders dixwend û pola 12’ê bûm, ez li Zanîngeha Besra yê û li Kolêja Kîmiya hatim wergirtin, lê wî çaxî ku serdemê deshilatdariya Sedam Husên bû, xwendekarên Kurd dişandin zankoyên dûr ji Kurdistanê bona vê ku nekarin herin û xwendina xwe berdewam bikin, mixabin min jî nekarî herîm bo Besrayê, û bi neçarî li ser biryara hikûmeta wî çaxî ya Îraqê, ez şandim beşa Zimanê Erebî ya Peymangeha Mamostayan li Hewlêrê, eva rojek pir nexweş bû ji min re, jiber ku zulmek mezin li min hate kirin”.

Elmas Haşimî di dawiyê de rû li keç û jin û dayîkên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Daxwaza min ji jinên Kurdistanê eva ye ku hekî rasterast jî tevlî siyasetê nebin, alîkariya hevjînên xwe bikin da ku cihê wan di nava Hizbê de xûya bike.

Birastî Hizba Demokrat Qutabxaneyek mezin e bo hemû wan kesên ku di nava Hizbê de jiyan dikin. Ez gellek tiştan jê hîn bûm û bê guman min wê wefa bo Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hebe.

Ez heyamê 23 salan e ku mamoste me di Xwendingeha Rojhilat de, ku taybet e bi zarokên Hizba Demokrat, û li hemberî Hizba Demokrat de xwe bi berpirsyar dizanim, jiber ku ez heyamê 23 salan e xizmeta Hizb û qutabxaneya Hizbê dikim, û her kes jî li dijî Hizbê bisekine, wê digel bertekên min berbirû be”.