Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanî ji helwesta Kanada ji bo qutkirina pêwendiyên dîplomatîk li gel rejîma Îranê

15:47 - 14 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Her du Partiyên Demokrat a Kurdistanan Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê piştevaniya xwe ji biryara dewleta Kanada di pêwendiî li gel qutkirina pêwendiyên dîplomatîk li gel rejîma Îrnaê nîşan dan.


Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Çarşemî berwar 12’ê Îlona 2012’an, heyetek hevpar pêkhatî ji birêzan Mihyedîn Palanî Şêvirmendê Komîteya Navnedî yê PDK Îranê û Hemîd Behramî Endamê Komîteya Navnedî yê Komeleya Şoreşgêzên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, Emîn Usmanî Endamê Meclisa Netewî a Kurd li Sûriyê û “B” Kirmaşanî Çalakê Sivîl û Çandî, seredana bîroya “Kênêdî Sitward” Endamê Perlemana Kanada yê Partiya NDP kir û bi navbirî re civiyan.
Di civîna han de hin basên girîng di warê pirsa Kurd di beşên cur bi cu ên Kurdistanê û bi taybetî pirsa Kurd li Kurdistan Îranê, binpêkirina mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve, rolê Komara Îslmaî di tepeseriya xelkê Sûriyê û piştevanî ji rejîma dîktator a Beşar Esed hatin kirin.
Di beşek din de jî basek li ser daxwaziyên gelê Kurd li Kurdistana Îranê û pirsa federalîzma netewî cuxrafiyayî û herweha bas ji kodengiya gelê Kurd û partiyên siyasî bi taybet amaje bi rêkkevtinnameya navbera PDK Îranê û Komeleyê hat kirin.
Di dawiyê de tevî sipasiya dewleta Kanadayê ji bo qutkrina pêwendiyên dîplomatîk li gel rejîma Îranê, piştevaniya Kurdên wê deverê bi agehdariya birêz “Kênêdî Sitward” ragihandin û nameyek piştevaniyê pêşkêş bi navbirî kirin.

Komkujiya sala 1367’an a Rojî