Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya kurdistanê koça davî kir

20:40 - 18 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Haciye Fatime Pîrotî dayîka şehîdê PDKÎ di bajarê Nexedê de koça daviyê kir.

Li gor nûçeya giheştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 29’ê Rêbendana sala 1395’an Haciye Fatma Pîrotî dayîka şehîd “Cemal Mînayî” di gundê “Mêhmandar” ser bi bajarê Nexedê de koça davî kir.

Fatime jineke dilsoz û hezkirî di nav xelkê navçeyê de bû, termê navbirî di nav girseya xelkê navçeyê de bi axê hate pardin.

Şehîd “Cemal Mînayî” kadirê pile 4 yê PDKÎ, di sala 1346’an di bajarê Nexedê de ji dayîk bûye, û di 22’ê Xermanana 1367’an di gundê “Qere Qesab” di şerekî li dijî dagîrkerên Kurdisatnê bi lehengî şehîd bû.

PDKÎ sersaxiya malbat, xizim û kesûkarê navbirî dike, û xwe şerîkê xema wan dizane.