Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 pêşmergeyê dêrîn ên Hizba Demokrat çûne ser dilovaniya xwe

16:28 - 10 Adar 2017

Kurdistanmedia: Du pêşmergeyên dêrîn ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li herdu bajarê Nexede û Şinoyî çûne koça dawiyê kirin.

Heme Resûl Dara naskirî bi “Heme Resû Beytan”, di temenê 80 saliyê de li bajarê Nexedê koça dawiyê kir.

Heme Resûl Dara di serdemê rejîma Paşatiyê de peywendiyê bi Hibzê ve digire û erkên diyarîkirî ên Hizbî cîbicî dike, û piştî şoreşa gelên Îranê, weke pêşmerge li herêma “Hewşiyana”, erkên xwe yên pêşmergatiyê birêve dibe.

Navbirî heya dawiya jiyana xwe, têkiliyên xwe digel PDKÎ neqetandin û serencam, roja Yekşemî 5’ê Adara 2017’an, li nexweşxaneya bajarê Nexedê, koça dawiyê kir.

Herweha li bajarê Şinoyê û li gundê Mîrawa, Mam Teha Emiriyan, pêşmergeyê dêrîn yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, koça dawiyê kir.

Mam Teha yek ji pêşmergeyên dêrîn ên Hizba Demokrat bû ku, heya dawiya jiyana xwe, bi rêbaza şehîdan û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê wefadar ma.

Navbirî bi sedema endametiya di PDKÎ de, heyamê 11 salan di girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê de hate zîndanîkirin, û di wan salan de bi hemû awayekî dikewe bin îşkenceyên curbicur ên rejîmê de û tûşî çendîn nesaxiyan dibe, û piştî çend salan koça dawiyê dike.

Di vê derheqê de Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, pirse û sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesên her du koçkiriyan û xwe di xem û kovana jidestçûna wan de, bi şirîk dizane.