Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekareke Behayî ji zanîngeha Qezwînê hate derkirin

15:05 - 17 Adar 2017

Kurdistanmedia: Nîlofer Mûsewî bi sedema Behayîbûnê piştî îmtihanên têrma yekem ji zanîngehê hatiye derkirin.

Li gora nûçegihaniyan, navbirî rûniştiya Kerecê ye, û di zanîngeha Peyama Nûr ya Qezwînê mijûlî xwendinê bûye. Wê di beşa wergerana zimanê Îngilîzî de bo dewreya karnasiyê dixwend.

Serbarê vê ku navbirî gellek hewl daye ku îzna domandina xwendinê bidnê, lê belê berpirsyarên Saziya Hilsengandinê amade nebûne ku vê keça Behayî bo xwendinê wergirin.

Behayî di Îranê de berdewam li jêr zext û givaşa dezgehên serkutker ên rejîmê de ne, û bi sedema Behayîbûna ji xwendinê ku mafê xwezayî ê her mirovekî ye têne bêparkirin.

Her di vê derheqê de, meha borî bû ku, Saziya Lêborîna Navnetewî di rapora xwe ya salane de bas ji berdewambûna binpêkirina mafên mirovan di Îranê de kir, û di beşeke rapora xwe de bas ji vê kir, ku ferq û cudahîdanîn a di navbera kêmaniyên mesebî û netewî û belavkirina gotinên kirêt û kerb û kîna li hember hemwelatiyên Behayî, û binpêkirina mafên despêkî ên wan, weke mafê karkirin û xwendinê ya hemwelatiyên Behayî, cihê nîgeraniyê ye.