Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla zêdekirina sîxorên xwe di Kurdistanê de dide

14:29 - 18 Adar 2017

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê bi mifahwergirtina ji rêûresma 29’mîn salvegera kîmiyabarana bajarê “Nodşê”, bi soz û qewlên direvîn, hewlê dide ku xelkê derdorê zêdetir bixe telîka xwe ya sîxorî û caşitiyê.

Di 29’mîn salvegere kimiyabarana bajarê Nodşê de, rejîma Îslamî ya Îranê bi pişikdariya fermandarê Nodşe û fermandeyên Sipah û Beşîc a her du bajarê Nodşe û Pawe û herweha hejmarek ji caş û kirêgirtiyên xwe, rêûresmek taybet lidar xist, ku di rastî de merem ji vê rêûresmê xapandina xelkê derdorê bû.

Di rêûresmê de serbarê vê ku karbidestên îdarî û ewlehî ên pişikdar, gotinên xwe ên pir ji soz û qewlên direvîn ên weke berê pêşkêş kirin, hinek caş û kirêgirtiyên rejîmê jî, bi mifahwergirtina ji vê rêûresmê, tirs û xofa xwe ji “Rasana Rojhilat” anîn ziman û bas ji qahîmkirina sînorên Rojhilat kirin.

Di vê derheqê de kirêgirtiyekî rejîmê bi navê “Tahir Kurd Behmen” dibêje ku, hêzên dije şoreş ên derveyî sînorên Îranê, ku bê goman merem ji wan hêzan hêza pêşmerge yên PDKÎ ye, dixwazin ku îsal bi awayekî berfireh dakewin nava kûrahiya axa Kurdistanê de.

Di doma gortinên xwe de “Tahir Kurd Behmen” ê caş dibêje ku, bona rêgiryiya ji daketina hêza pêşmerge bo nava axa Kurdiatanê de, hewce ye ku em nehêlin ji sînoran derbaz bin û dakewin nava axa Kurdistanê de, lewra me hewchî bi alîkariya hemû xelkê derbdorê heye.

Piştre navbirî yê kirêgirtî û rayedarên ewlehiya rejîmê, bi hevre daxwaz ji xelkê dikine ku, bona parastina xelkê û rejîma Îslamî ya Îranê, bi her awayekî ku dikarin alîkariya rejîmê bikin, û li her derekî pêşmerge dîtin, dem û dest hêzên ewlekariyê jê haydar bikin.

Eva jî bi vê wateyê tê ku, rejîma Îslamî ya Îranê û kirêgirtiyên wî, bi sedema tirs û xofa ji Rasanê, bi hemû awayekî hewla bicaşkirina zêdetir a xelkê Kurdistanê dide.