Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandin Balafirên “B-52” ên Amerîkî bo Rojhilata Navîn dilkutoka rejîmê zêde kiriye

14:33 - 18 Adar 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxûyaniyekî de ragehand ku, balafirên şerker ên hêza esmanî ya “Mînut” a ser bi herêma “Dakotaya Bakûr” a Amerîkayê, ku bi “B-52” têne naskirin, bo herêma Rojhilata Navîn hatine şandin.

Wezareta berevaniyê dibêje ku balafirên şerker ên “B-52” di gel 400 balafirvanan, bona pişikdariya di şerê di Sûriye û Îraqê de, hatine şandin.

Hatiye ragehandin ku di 12 salên derbazbûyî de, eva Yekemîn car e ku balafirên B-52 ên balafirxaneya Dakotaya Bakûr, bona piştevaniya ji operasyoneke leşkirî têne şandin.

Liv û tevgerên Amerîka û hewalbendên Rojavayî li dijî rejîma Îranê, û bitaybetî şanidna balafirên B-52 bo Rojhilata Navûn, bûye sedema tirs û dilkutoka rayedarên rejîmê, bi awayekî ku Yek ji endamên berê yê Parlimana rejîma Îslamî ya Îranê di vê derheqê de dibêje ku; “Nabe em rê bidin ku Komara Îslamî bibe armanc, niha êdî DAÎŞ wê bi dawî tê, lewra em nabe rê bidin ku Komara Îslamî bibe nîşan û armanc”.

“Hişmetulla Felahet Pîşe” di vê derheqê de dibêje ku; “Rewşa niha ya herêmê, mîna 12 salan berî niha û gelaleya Rojhilata Navîn a mezin e, lewra nabe em rê bidin ku ew rewş ducarî bibe, jiber ku hatineserkar a “Trump” ew hêvîdar kirine, û hinek rayedarên Amerîkayê bona encamdana liv û tevgerên leşkirî li dijî Îranê, ji “Labî”yên Petrol û Sehyûnîzmê pereyan disitînin, lewra nabe em rê bidin ku ev kowalisyona armancdar û têkçoyî, Komara Îslamî ya Îranê bike armana xwe”.