Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna şehîdekî PDKÎ koça davî kir

20:51 - 18 Adar 2017

Kurdistanmedia: Meryem Zade Resûl hevjîna şehîd Resûl Şe’ibanî koça davî kir.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê “Meryem Zade Resûl” keça “Elî” hevjîna şehîd “Resûl Şe’ibanî” xelkê gundê “Tajanderê” a ser bi bajarê Şinoyê di temenê 67 saliyê de bi sebeba nexweşiyê di nexweşxaneya “Tevrêzê” de koça davî kir.

Termê Meryem Zade Resûl di gundê Tajanderê di nav girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.

Şehîd Rsûl Şe’ibanî pêşmergeyê PDKÎ, sala 1335’an di gundê “Tajenderê” a ser bi bajarê Şinoyê ji dayîk bûye lê mixabin di 23’ê Rezbera 1378’an di gundê Şêxan di dema encamdana wezîfeya hizbî de,kete kemînê û şehîd bû.

Şehîd Resûl pileya serpelî di PDKÎ hebû.

Termê navbirî li “Aryuy Sendus”ê bi axê hatiye spartin.

PDKÎ sersaxiya malbat,xizm û kesê navbirê dike û xwe şirîkê xema wan dizane.