Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpeke Behrêynî kete nav rîzbenda tehrîman de

14:27 - 19 Adar 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rejîma Îranê heya niha jî ji baskirin û helwestgirtina di hemberî vê biryarê de xwe dûr ragirtine.

Li gora nûçegihaniyan ew girûpa çekdar a Behrêynî bi navê gurdanê El-eşter, ku nûçeya çalakiyên wan ji aliyê nûçegihaniyên IRNA û Fars û Tesnîm ve dihatin weşandin, kete nav rîzbenda tehrîmên Amerîkayê de, û heya niha jî rejîma Îranê di vê derheqê de helwesta wê tunbeûye.

Wezareta Xizînedariya Amerîkayê ragehandiye ku du endamên vê girûpê bi navên Ehmed Yusif û Seyid Morteza Mecîd Remezan, xistine nava rîzbenda sebebkarên kiryarên terorîstî, û tehrîm kirine,

Girûpa El-eşter ji dema ku hatiye avakirin, heya sala 2012’an, berpirsyariya terorkirina hejmarek ji endamên hêza Întizamî û emniyetî ên Behrêynê girtiye stûyê xwe.

Ew girûpa tundrev ji aliyê du kesan ve bi navên Ehmed Yusif Serhan naskirî bi Ebû Muntezir û Casim Ehmed Ebdullah naskirî bi Zulfeqar ve hatin avakirin, ku ew du kes piştî êrîşeke çekdarî reviyane Îranê.

Tê gotin ku du endamên vê girûpê bi navên Ebas Hesen Ehmed Salih û Ebdullah Mihemed Ebdullah di sala 2016’an de, li Îraqê perwerdehiya çêkirina bombeyên teleyî (tevlik, davik) dîtine, ku ji aliyê Spaha Quds ve hatine perwerdekirin.

Vê girûpa terorîstî, roja 15’ê Çileya Paşîn berpirsyariya êrîşa li ser navçeya Benî Hemze, û birîndarkirina serbazekî Behrêynî girte stûyê xwe.

Kiryarên çekdarî ên girûpên di bin piştevaniya Spaha Pasdaran di Behreynê de, di demekê de dom hebû, ku berpirsyarên Îranê carna dewleta vî welatî bi eşkere bi dagîrkirina Behreynê tawanbar dikirin.