Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanala “al-jazeera” fîlmeke dekomentarî li ser PDKÎ belav kir

15:03 - 20 Adar 2017

Kurdistanmedia: Kanala “al-jazeera” a Erebî li ser pêşmergeyên PDKÎ û çalakiyên wan ê rojane fîlmeke dekomentarî belav kir.

Ew fîlma “al-jazeera” a Erebî ji kar û çalakiyên rojane ên pêşmergeyên PDKÎ, û gotûbêja bi sekreterê giştî ê PDKÎ û çend endamên rêberiya PDKÎ, û şêweya perwerdekirina pêşmergeyan di fêrgehê de, û amadekirina wan bo xebata nû ya PDKÎ pêk hatibû.

Ew fîlm bi belavkirina dîmenên Hewlêrê dest pê dike, û tê de pêşkêşkara fîlmê bas ji Hewlêrê wekî herêmeke otonom û yekem tecrubeya Kurdan dike, ku ketiye sînorê rojavaya Îranê. Piştre ew tîma “al-jazeera” ber bi binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ bi rê dikevin.

Li wir pêşkêşkar bi sê endamên rêbertiya PDKÎ re gotûbêjê dike, û ew endamên rêberiyê bersiva pirsên pêşkêşkar li ser xebata nû ya PDKÎ û li ser siyaset û armancên PDKÎ û serkutkariyên rejîma Îranê di heyama van çar dehikan de didin.

Piştre serdana Komîsyona Ragehandin a PDKÎ dike, û li wir jî bi weşandina dîmenên kadr û pêşmergeyên ku di vê beşê de kar dikin, zanyariyên pêwîst ji zimanê çend pêşmergeyan û kadrên vê hizbê ve dide bînerên xwe, ku tê de ew pêşmerge bas ji vê dikin ku wan bona dijberiya digel sîstema ku di Îranê de deshilatdar e tevlî refên PDKÎ bûne.

Piştre serdana nava cihê akincîbûna beşek ji wan pêşmergeyan dike, ku jin û zarokên wan hene, û bi çend kesan re gotûbêjê dike, û bi gotûbêja bi pêşmergeyeke vê hizbê bi navê Sirwe re, ku hevjînê wî jî pêşmerge bû, û di şer de şehîd bû, lê serbarê vê yekê jî ew bi moraleke bihêz ve berdewam e li ser xebat û tekoşînê, zêdetir bîneran dibe nava kûrahiya vê fîlma xwe ya dekomentarî.

Piştre tîma “al-jazeera” serdana fêrgeha Komîsyona Perwerde ya PDKÎ dike, û bi weşandina hinek çalakiyên pêşmergeyan û şêweya perwerdeya wan ya siyaî û nizamî û gotûbêja bi kadrekî fêrgehê, bala bîneran zêdetir bo aliyê vê fîlmê radikêşe.

Dîmenên herî balkêş ên vê fîlmê ew dîmenên pêşmergeyên PDKÎ ên çiya de ne, ku pêşmergeyên PDKÎ bi moraleke pirr bi hêz ve derdikevin pêşberî kamêrayê.

Di vê fîlma dekomentarî de, Sekreterê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî dibêje: “Armanca me ew e ku em di Îranê de, bigihîjin mafên xwe ên rewa, di Îraneke demokratî a federal de. Îranek ku tê de hemû neteweyên bindest bigihîjin mafê xwe, û dawî bi zulm û zordariyê bê.”

Di dawiya vê fîlmê de tîma “al-jazeera” diçe Tehranê, û bi hinek rayedarên rejîma Îranê re jî gotûbêjê dike, lê rayedarên vê rejîmê ku tu niyeteke wan ya pak bo çareseriya pirsa Kurd û neteweyên din di Îranê de nînin, bi çewtekariyan hewl didin ku PDKÎ û xebata vê hizbê girêdayî bi dewletên bîhanê ve nîşan bidin, û wisa nîşan didin ku wan tu carî siyaseta dijberiya digel Kurdan tunebûne”.