Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên bi boneya Newrozê dom hene

15:22 - 20 Adar 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya Newrozê di çend gund û bjarên Kurdistana Rojhilat de çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gor nûçeya giheştiye malapera “Kurdistanmedia”yê, têkoşerên demokrat bona pîrozbahiya sersala nû, di gundê Nê, Kanî Gezene, Mizgevta Kolana Nî çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Di beşek din a wan çalakiyan de, endam û alîgirên PDKÎ bi boneya hatina Newroza sala 1396’an di navçeya Merîwanê çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Di wan çalakiyan de daxuyanî û posterên taybet bi Newrozê di gundên navçeya berê Begzadeya Merîwanê hate belavkirin ku ji, Wiljêr,Kelkecan,Nê, Deretifê,û Serdûş di wan cîhan de çalakiyên teblîxî Newroz pîroz kirin.

Herwiha qehremanên demokrat di bajarê Sineyê de di taxa Xefûr derdora Hesenawa, Awyer û Meydana Îqbal, kolana Sîrûs,Çarêya Sîros, derdora Meydan, sêrêya Nemekî û Pasaja Aşna posterên taybet bi Newrozê belav kirin.