• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-08-20 / 1396-05-29   

Newroz, Vejiyan û Rasan

2017-03-20 / 1395/12/30 - 21:21 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Newroz,  Vejiyan û Rasan
Kerîm Perwîzî

Xweza ji diyardeyên dijber û nakok bi hev re tê naskirîn, dema ku tarîtî û ronahî, û şînbûn û hişikbûn, têhna tavê û sirr û seqem, û reşeba û çiya, û tevger û sekinîn, di hemberî hev de disekinin, û pêkve pêkhateyeke pirr ji afirandin û nûbûn, bi hezaran rûçikan ve derdikevin û jiyanê dixemilînin.

Sirr û sermaya hestîtevizîn û rêbendan û qerisîna axê, û windabûna riya gihîştina bi avedaniyê ji wan diyardeyan in, ku zivistan bi wan tê naskirin, û xwezaya Kurdistanê, tevlî dîroka xak û xelkê, digel van cure bûyer û rûçikan jiya ye, û bi hemû hêz û şiyana xwe di hemberî rojgarên dijwar de sekiniye, û bi berxwedanê jiyan berdewam kiriye, û di newrozê de, bi vejînê û çilûdan û rabûnê, jiyana xwe tevlî şoreşê kiriye, şoreşek li pêxema berhemanîna jiyana nû û afirandin di dîrokê de.

Renge li cem gellek netewe û gelên din jî, tişteke ecêb bê berçav, ku çima sersal û nûbûna salê, li cem

Kurdistanê û xelkê Kurd, bedela wê ku cejneke asayî be, hertim bûye cejna şoreş û serhildan û Rasanê?

Netewe û gelên cîhanê di sersalê de cejnê digrin û şahiyê dikin, serdana dost û malbatên wan dikin, û rêûresmên kevneşop ên vegeriyana bo himbêza malbatê û şahî û pêkvebûnê hene. Li cem netewe û gelên cîhanê sersal pêk tê ji cejn û bêhnvedan û rewta asayî ya kar û tekoşînê

disekine, û bêhnvedan û seyran cihê wê digre, lê Kurdistan li Newrozê de dikele!

Li cem neteweya Kurd newroz şoreşa vejiyana li dijî evirhêlên mirinê ye. Neteweya Kurd tiştên diyar û nadiyar nekirine remza sersalê.

Belkû hestyartirîn û ciwantirîn demsal û dewran, wate vejîna xwezayê, û xala berçav ya guherîna erdê li dewra roja rastiyê, kiriye xala nûbûnê, û di nava vejîna jiyaneke geştir de, sala nû dike cejn, û agir berdide canê deshilata sirr û seqemê, û eva ye remza newroz û vejiyan û rabûnê li cem neteweya Kurd û heya xweza vedijî, û heya newroz sedikeve, û Kurdistan jî li ser piyan e, û dîrokê dajo.

Rasan cejna newrozê û vejiyana hêviya serkevtin bi ser tarîtiyê de, li hemû evîndarên azadiyê û hemû malbatên şehîdan û bi taybetî li şehîdên Rasan a Rojhilat pîroz be.

Şehîdên hemaseyên dîrokî ên Qereseqel û Kosalan, çavê wan li newroz û Rasan a me ye, em newrozê li wan pîroz dikin, û emê axabaniya wan bavêjin stûyê xwe.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 307 Dî wê hejmarê de:

-Dostê xebatekê
-Giştpirsî bo serxwebûna Başûra Kurdistanê...
-Pirsa Kurd û dijmin
  • Pirsa Kurd û dijmin Pirsa Kurd û dijmin
    Di biyavê leşkerî de neteweya Kurd hêza çekdar hebûye, û li dijî dagîrkeran şer kiriye. Di şiroveya dîrokî de hertim bas ji vê tê kirin, ku Kurd yekgirtin di biyavê siyasî û leşkerî de nebûye, û ew yek bûye sedemek bona vê ku Kurd negihîje mafên xwe.
  • Siyaseta çewt a hikûmeta navendî a Îranê, Kurdan zêdetir ber bi serxwebûnê han dide Siyaseta çewt a hikûmeta navendî a Îranê, Kurdan zêdetir ber bi serxwebûnê han dide
    Min jêve ye ku hêza Rasanê û daynemoya şoreşê, wate PDKÎ bona nîşandan û raxistina ber çavan ya vê daxwazê, roleke bibandor dilîze, jiber ku daynemobûn û qurbanî û xebata nêzî yek sedsalî ya derbazbûyî vê erkê jî dixe stûyê vê hêzê.
  • Giştpirsî bo serxwebûna Başûra Kurdistanê di navbera du hêzên nasyonalîstî ên , “Sentrîfûgal û  Sentrîpêtal” de Giştpirsî bo serxwebûna Başûra Kurdistanê di navbera du hêzên nasyonalîstî ên , “Sentrîfûgal û Sentrîpêtal” de
    Di vê gotarê de hewl tê dayîn ku ew dijayetî û aloziyên derheq giştpirsiya di Başûra Kurdistanê bi sedema li hev ketina du hêzên cuda ên nasyonalîstî ên “Sentrîfûgal û Sentrîpêtal" ve bê şirovekirin.
  • Dostê xebatekê Dostê xebatekê
    Mezinahiya karê Dr. Qasimlo di vir de ye ku kesayteiyekî rojavayî dike dostê xebata neteweyekê ku di navxwe de gellek dijmin hene!.
  • Çala lawaz ya Komara Îslamî Çala lawaz ya Komara Îslamî
    Rejîma Îslamiya Tehranê, piştî zêdetir ji 38 salan serberedayîtî û tawankariyan, heyamekê îdia dikir ku çavkanî û xala girîng ya ewlekariya navçeya Rojhilata Navîn e.
  • Deqa axavtina kak Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di rêûresma 22`ê Pûşperê, 28.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de Deqa axavtina kak Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di rêûresma 22`ê Pûşperê, 28.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de
    Em li vir kom bûne da ku cardin emegdariya xwe nîşanî hemû fedakarî û qehremanetiya wan nîştimanperweran bikin, ku di riya azadiya gel û hizba xwe de jiyana xwe gorî kirin. Silav li canê pak ê wan û malbatên wan.
  • Ez sê rojên bi Qasimlo ra li buhuştê bûm… Ez sê rojên bi Qasimlo ra li buhuştê bûm…
    Berî 28 salan lehengê gelê Kurdistanê Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê rêjîma hov a Îranê şehîd bûn. Ev nivîsa min derheqa hevdîtina min bi Qasimlo û xanima wî ra ne, ku sala 1974`an li Pragê bû.
  • Rojavaya Kurdistanê Rojavaya Kurdistanê
    Serhildana vê carê ya Sûriyan li dijî deshilata dijî mirovî ya Beşar Esed û malbata wî, derfeta vê bi rûyê Kurdên Rojava vekiriye, ku hem hebûna xwe biselimînin, û hem jî rizgar bin ji dest çewsandin û haşakirinê, hekî bixwe deriyan bi rûyê xwe de danexin.
  • Kawe Serkevt! Kawe Serkevt!
    Komara Îslamî wisa belav dikir, ku hêza pêşmergên PDKÎ bi tenê maye, û xelk amade nine pariyeke nan jî bide wan. Wan wisa xewnên qirêj û gemar diditînin, ku pêşmerge bê moral e, û baweriya wan nemaye, û wisa hizir dikirin ku bi danîna pilanekê û boseyekê wê hemiyan neçar bi serîtewandin di hemberî tarîtiyê de bikin.
  • Leyîza bi teqteqokan, hêceta hikûmeta wehşetê Leyîza bi teqteqokan, hêceta hikûmeta wehşetê
    Lê di dema vê bûyerê de derket ku ew terorîzma xwedîkirî ji aliyê rejîma Îranê ve rojekê ji rojan, wê pêsîra wan bi xwe jî bigre û yek ji heman hevalbendan di nava dilê paytext û di nava hewşa meclisê de û li nêzî gora avakerê wê de, serî radike û pê vedide.
  • Pêşmerge û stratejyaya Rabûn a Rojhilat Pêşmerge û stratejyaya Rabûn a Rojhilat
    Di rewşeke bi vî rengî de, dewleta dagîrkar bona vê ku bikare siyasetên xwe şorr bike nava civakê de, kultura serdest dike bingeha herî baş da ku ji vê riyê ve îdeolojiya xwe ya fermî berhem bîne, û bi riya vê îdeolojiya xwe jî palpiştiya hemû siyasetên nerewa ên xwe bike.
  • Tirsa ji teqteqokan Tirsa ji teqteqokan
    Bi van hûrbîniyan em digihîjin vê encamê, ku tirsa Xamineyî ji leyîza bi teqteqokan (tereqebaziyê), renge di pêşerojê de, bibe sedema vê ku, teqteqokên zêdetir li ber piyên wî biteqin, û bibe kabûsa jiyan wî.
  • Çima baykota hilbijartinê ya şêvrên gund û bajaran biryareke rast û di cihê xwe de bû? Çima baykota hilbijartinê ya şêvrên gund û bajaran biryareke rast û di cihê xwe de bû?
    Mezintirîn deshilata şêvra bajar, hilbijartina şaredar e, lê li gora yasaya gund û bajaran, piştî vê ku şaredar piştî şert û mercê diyarîkirî, ji aliyê şêvrê ve tê hilbijartin, dibe ku Wezîrê Navxwe yan jî parêzgar pesend bike, piştre bibe şaredar.
  • Pêngav ber bi lûtkeya mafê diyarîkirina çarenûsê Pêngav ber bi lûtkeya mafê diyarîkirina çarenûsê
    Bi salan e ku gelê Kurd di tekoşîneke bê rawestiyan de ye, bona bidestxistina mafê xwe, ê serweriya jiyanê, di bin sîbera xwestek û îradeya xwe de, li ser vê erdê ku ê dê û bav û bapîrên wî ye.