Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya Îranê ji Hûsiyan û rola vê rejîmê di Yemenê de zêde bûye

16:20 - 22 Adar 2017

Kurdistanmedia: Nawenda Nûçegihaniya “Roytêrzê” di raporekî de, ji ziman rayedarên payebilind ên welatên Rojavayî û Rojhilata Navîn de nivîsand ku, Rejîma Îslamiya Îranê, piştevaniyên xwe û şandina şêvirmend û çek û teqemeniyên pêşkevtî, bo Hosiyên Şî’e di Yemenê de, zêde kiriye.

Di vê raporê de ku roja Sêşemî 21’ê Adara 2017’an de hatiye weşandin hatiye ku, rola rejîma Îslamî ya Îranê di Yemenê de, weke rola vê rejîmê di Lubnanê de û piştevaniya ji “Hizbullahê” ye ku, piştî derbazbûna çendîn salan, hêj ev piştevanî û bandor berdewam e.

Rapor tekezê dike ku, encama şerê di nacbera Hûsiyan û alîgirên Elî Ebdullah Salih ku ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve têne piştevanîkirin, digel hêzên ser bi “Ebd Rebe Mensûr” û Kowalisyona Erebî bi serokatiya Erebistanê, bê guman wê balansa hêzê di Rojhlata Navîn de biguherîne.

Ji aliyê şarezayên karûbarên leşkirî ve hatiye eşkere kirin ku, rejîma Îslamî ya Îranê, bi şandina çek û teqemeniyan û herweha piştevaniya tevalî ji çekdarên Hûsiyan di çend heyvên derbazbûyî de, roleke mezintir di şerê 2 salî yê Yemenê de lîztiye.

Eva di demekî de ye ku welatên Rojavayî û herweha welatên Rojhilata Navîn û liserveyî hemûyan welatên Erebî, rejîma Îslamî ya Îranê bi destêwerdana di karûbarên welatên Îraq û Sûrye û Yemen û Lubnan û Behrêynê de, tawanbar dikin û vê rejîmê bi sedema sereke ya têkdana ewlehiya herêma Rojhilata Navîn didin nasîn.