Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê pêşiya rêûresmên newrozî digrin

16:53 - 23 Adar 2017

Kurdistanedia: Hêzên Rejîma Îranê bi êrîşkirina li ser rêûresmên newrozî û girtina xelkê medenî astengan bo rêûresman çê dikin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên rejîma Îranê ku pêştir gef li xelkê navçeya Feyzullabegî xwaribûn, ku nabe rêûresmên newrozî bi rê ve bibin, di dema hilkirina agirê newrozê Ii gundên çomelû û Ayçî de, êrîşî ser rêûresmê kirin.

Di encama vê êrîşa hêzên rejîma Îranê de, li gundê Ayçî 8 kes ku hunermend û fîlmhilgir jî bi wan re bûn hatin girtin.

Li gora zanyariyan, roja borî her hemû bo îdareya Emakin a Seqizê hatin gazîkirin, û dest jî bi ser fîlma rêûresmê de hate girtin.

Di gundê Çomello de jî, di dema birêvebirina rêûresma newrozê xelk ketin ber êrîşê û rejîmê hewl da ku birêveberên merasimê destbiser bike, lê wan karîn xwe ji destên wan rizgar bikin.

Hêzên rejîmê rêûresmên bi vî awayî ku xelk dikarin tê de li dewra hev kom bibin û çand û kultura xwe û hesta xwe ya neteweyî bi awayên curbicur nîşan bidin, bi metirsiyeke mezin li ser deshilata xwe dizane û hewla pêşîgirtinê ji wan rêûresman dide.