Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Panoramaya Rasanê

17:39 - 23 Adar 2017

A: Kurdistan

28.12.1394 (18.03.2016): Di rêûresmeke bicoş de li ser sînorên Kurdistana Rojhilat û Başûra Kurdistanê, bi amadebûna endamên rêberî, kadr û pêşmerge û endamên eşkere û hejmarek ji endamên navxwe ên PDKÎ û nûçegihanên çendîn televîzyonên kurdî, Rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ qonaxeke nû ji xebata xelkê kurdistana rojhilat ragehand ku piştre bi rasan hate naskirin.

05.03.1395 (25.05.2016): Sêzdeyemîn pilînoma Komîteya Navendî a PDKÎ pêdagirî li ser karkirin bo gihîştina bi armancên peyama newrozî ya PDKÎ kir. Ew pêdagirî jî hevdem bû digel gerra leşkerî-siyasî a PDKÎ di navçeyên Hewraman û Merîwanê de.

26.03.1395: (15.06.2016): Şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên rejîmê li gundê “Qereseqel” a Şinoyê de rû da, û bi dehan pasdar û kirêgirtiyên rejîmê digel çend fermandarên payebilind ên rejîmê di vî şerî de hatin kuştin, ku navê hinek ji wan kuştiyan weha bû: Yûsif Ehmedî, Mistefa Xalidî, Ubêyd Herkî û Eskender Mamell xelkê Ballagîr, û cihgirê fermandê Spaha Pasdaran li bajarê Şinoyê sergurdê pasdar Hacî Semed Bostanî û Serwan Ebdulwahid Hikmet xelkê bajarê Nexedê.

Mixabin çend pêşmergeyên PDKÎ di vî şerê neberamber de hatin şehîdkirin, ku navên wan weha bû: Şehîdan Kemal Xizrî, Luqman Şêxanî, Selah Nadirî, Cemal Îsma`îlî, Seyîd Umer Husênî, Mihemed Xalid Pêyxamî.

29.03.1395 (18.06.2017): Mistefa Hicrî derheq bi Rasana Rojhilat peyamek rû li civatên xelkê Kurdistanê, û wan kesan ku çeka îxanetê hilgirtine belav kir.

05.04.1395 (25.06.2017): Şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên rejîmê li “Kosalan” a Merîwanê de rû da. Piştî vê ku çendîn caş û pasdarên rejîmê di vî şerî de hatin kuştin, mixabin du pêşmergeyên PDKÎ bi navên Şoriş Mînberî û Şaxewan Mînberî şehîd bûn.

05.04.1395 (25.06.2017): Bazên Zagrosê li navçeya Serşîw ya Seqizê li ser riya Seqiz-Merîwanê û li nêzî gundê “Xoşedere” êrîşî ser hêzeke çakdar ya rejîmê kirin, û serheng Ekberî û şeş parêzerên navbirî li tolhildana şehîdên hêza Pêşmerge de kuştin, û trombêleke wan jî avêtin nav geliyên çemê Serşîwê de.

06.04.1395 (26.06.2016): Bo cara duyem li “Kosalan”ê şer di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên rejîmê de çêbû, ku piştî şerekî qehremanane, mixabin pêşmergeyekî cangorî ê PDKÎ bi navê Ekber Mînberî tevlî karwanê şehîdan bû. Di vî şerî de bi dehan kirêgirtiyên rejîm hatin kuştin, û birîndar bûn.

10.04.1395 (30.06.2016): Topxaneyên Komara Îslamî bilindahiyên Sîdekan li Başûra Kurdistanê bi hêceta hebûna hêza pêşmerge, bi giranî topbaran kirin, û gellek zirar gehandin xelkê medenî ên vê navçeyê.

15.04.1395 (05.07.2016): Li nêzî gundê Boriyer li Merîwanê şer di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên dijî gelî ên rejîmê de rû da. Mixabin bi sedema nemana teqemeniyên şer, û piştî çend demjimêran destanrêsiya bê hempa, Kawe Cewanmerd endamê Komîteya Navendî a PDKÎ û Serkewt Semedî kadrê jêhatî ê PDKÎ şehîd bûn.

22.04.1395 (12.07.2016): Xelkê Kurdistana Rojhilat di vê rojê de, dukan û bazar daxistin, û bersiva bangewaziya PDKÎ dan.

02.06.1395 (23.08.2016): Bazên Zagrosê li ser riya gundê Billesen a navçeya hewtewanan a Banê êrîş kirin ser trombêleke hêzên rejîmê û çar ji wan kuştin û birîndar kirin, ku sergurdekî NACA`yê di nava kuştiyan de bû. Navê kuştiyan weha bû: Sergurd Ebdullah Mihemedî,Girûhban Dawûdî, Xefarî, Kemal Encêneyî.

05.06.1395 (26.08.2016): Bazên Zagrosê kirêgirtiyekî rejîmê bi navê Ce`ifer Lutfîpûr li Bokanê dane ber destrêja gulleyan, û ceza kirin.
19.06.1395 (09.09.2016): Bazên Zagrosê li gundê “Gillollana Serê” a Bokanê îxanetkarek bi navê Hidayet Husênî û Ezîz Husênî ceza kirin.
27.06.1395 (17.09.2016): Li ser riya di navbera Heştiyan û Qesirkê a Urmiyê di navbera pêşmergeyên PDKÎ û caş û kirêgirtiyên rejîmê de, şer û pevçûn rû da. Di vî şerî de ku çend kirêgirtiyên rejîm bi giranî birîndar bûn, mixabin hevwelatiyekî medenî jî ku xelkê gundê Gêçêya şehîdperwer bû, şehîd bû.

28.06.1395 (18.09.2016): Hêzeke pêşmergeyên PDKÎ di navçeya Pîranşarê di navbera gundên Qebrî Husên û Pirdanan digel hêzeke rejîmê tûşî şer bûn. Di encama vî şerî de hejmarek ji hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndar bûn, û pêşmergeyekî PDKÎ bi navê “Rehîm Ebdullahnijad” kurê Ebûbekir naskirî bi Rehîm Gergûlî birîndar bû, ku mixabin bi sedma kûrbûna birîna xwe şehîd bû, û ji aliyê hevçeperên xwe ve, bi xaka pîroz ya Kurdistanê hate spartin.

31.06.1395 (21.09.2016): Bazên Zagrosê ragehandin ku di doma cezakirina îxanetkaran de, destê tolhildanê gihîşte xwefiroşekî naskirî bi navê Nesredîn Secadî xelkê gundê Kelcî ya Hewraman li bajarê Sewlawa, û navbirî gihîşte cezaya kiryarên xwe.

01.07.1395 (22.09.2016): Desteyek ji Bazên Zagrosê di navçeya Kamayaranê, bi armanca rênîşandan û şîretan diçna mala çekdarekî rejîmê bi navê Salih Sabirî li “Têlekû”ya Kamyaranê, lê navbirî hewla êrîşa li ser Bazên Zagrosê dide, lewra ji aliyê wan ve tê cezakirin.

19.07.1395 (10.10.2016): Li Palinganê caşê naskirî Şaho Kerîmî kurê Mihemed Kerîm xelkê gundê Palinganê, û rûniştiyê Kamyaranê, hate cezakirin.

23.07.1395 (13.10.2016): Di navçeya Serşîw a Seqizê li cihekî bi navê “Kotereş” şer rû da, ku di vî şerî de, hejmarek ji hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin. Piştî bidawîhatina şer pêşmergeyên PDKÎ ji cihê şer bi silametî dûr ketin.

26.07.1395 (16.10.2016): Şandeke PDKÎ bi serperestiya sekreterê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî di konferansa feraksiyona sosyalîst demokratên Ewropa û Progrêsîv Alyansê de beşdarî kir. Sekreterê giştî ê PDKÎ di gotarekê de, armancên Rasanê û qonaxa nû ya xebata PDKÎ ji bo beşdaran şirove kir.

05.08.1395 (26.10.2016): Resûl Mihemedzade berpirsê Fêrgeha Komîsyona Perwerdehiya PDKÎ di dema pûçkirina mayînan de, di eniyên şerê azadkirina Mûsilê de, bi sedema teqîna mayînê (mînê) şehîd bû.

24.08.1395 (14.11.2016): Bo cara çendê, binkeya besîcan li Dizeya Mergewer kete ber êrîşa Bazên Zagrosê. Êvariya heman rojê Bazên Zagrosê tawanbarê xwefiroş Xefûr Selahî dane ber gulleyan û ceza kirin. Navbirî berpirsê girûpa ajanên Spaha Pasdaran li bajarê şinoyê de bû, û dawî kiryara wî ya xwefiroşiyê beşdariya di tawana Qereseqelê bû.

25.08.1395 (15.11.2016): Bazên Zagrosê di navbera Cimata Şehîdan û Mecîdawa ya Şinoyê, caşeke qirêjxwar ê Îtila`atê dane ber gulleyan, û ew gehandin cezaya xwe.
26.08.1395 (16.11.2016): Sekreterê giştî ê PDKÎ tevî heyeteke Deftera Siyasî a PDKÎ digel malbatên şehîdên Rasan kom bû.
19.10.1395 (08.01.2017): Demjimêr 3`ê şefeqê, desteyek ji Bazên Zagrosê bi narincokên destî êrîş kirin ser binkeyeke Spaha Pasdaran a terorîst li “Salihawa” ya Banê.

21.11.1395 (09.02.2017): Bazên Zagrosê li taxa Kelurawa ya Bokanê (Efşar 1) du caş bi navên Enwer Emînî naskirî bi Enwerê Elî Darfiroş û Emîr Elîpûr naskirî bi Emîrê Umer Mehmel ceza kirin.

22.11.1395 (10.02.2017): Helmeteke Twitterî bona terorîstnasandina Spaha Pasdaran ji riya dengdanê ve, bi serkevtin ve, di asta cîhanê de bi rê ve çû.

17.12.1395 ( 07.03.2017): Bazên Zagrosê li taxa Fenî û Hirfeyî ya Banê, kirêgirtiyek bi navê Nebî Mecîdiyan xelkê sine û cihgirê girûpa Zerbet a rejîmê li Banê kuştin.

26.12.1395 (16.03.2017): Di encama êrîşa Bazên Zagrosê li dijî kirêgirtiyên rejîmê li Merîwanê du çekdarên dijîgelî hatin kuştin, û yekî din jî birîndar bû. Bazên Zagrosê, tevî piştrastkirina vê çalakiyê, ragehandin: Bazên Zagrosê çiqa Merîwanê, bi armanca cezakirina tawanbarên Komara Îslamî ya Îranê, li ser sînorê Merîwanê, êrîşî ser desteyek ji çekdarên Komara Îslamî kirin, ku bi armanca talan û kuştina kasibkar û kolberên vî sînorî, xwe ber wan vedabûn (bose danîbûn), Di encama êrîşa qehremanane ya Bazên Zagrosê du çekdarên dijîgelî hatin kuştin, û yek jî birîndar bû.