Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbarê daxwaza rejîmê, dadgeha Lûgzamborg pereyên bilokekirî ên Îranê azad nake

15:30 - 24 Adar 2017

Kurdistanmedia: Rayedarên dadweriya welatê Lûgzamborgê, bersiva ret dane daxwaza rejîma Îranê bona azadkirina pereyên bilokekirî ên vê rejîmê.

Piştî ku Banka Nawendî ya rejîma Îslamî ya Îranê daxwaz ji welatê Lûgzamborgê kir ku, bi qasê 1 milyard û 500 milyon Dolar, pereyên bilokekirî ên Tehranê azad bike, dezgeha dadweriya wî welatê ev daxwaza rejîmê ret kir û ragehand ku, wan pereyan azad nake.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, dadwerekî dezgeha dadweriya Lûgzamborgê, di daxûyaniyekî de ku roja 22’ê Adara 2017’an de belav kir, ragehandiye ku daxwaza Banka Nawendî ya rejîmê bona azadkirina 1.5 milyard Dolar ji pereyên bilokekirî ên Îranê, ret kirine û dibêje ku ev pere nahên azadkirin.

Hatiye ragehandin ku bi qasê 1 milyard û 600 milyon Dolar ji pereyên rejîma Îranê, sala derbazbûyî bona cerîmeya bûyera terorîstî ya 11’ê Sebtember a 2001’an hatiye bilokekirin.

Ew darayîyên rejîma Îslamî ya Îranê liser daxwaza parêzerên qurbaniyên bûyera 11’ê Sebtember ê û liser biryara dadgeha Lûgzamborgê hatiye bilokekirin.

Parêzerên qurbaniyên 11’ê Sebtember ê di sala 2011’an de karîn ku dadwerê dadgeha New Yorkê razî bike ku, rejîma Îranê bi piştevaniya ji El-Qa’îdê, di vê bûyerê de pişikdar bûye.

Di sala 2012’an de ji, heman dadwerî, rejîma Îslamî ya Îranê bi dana bi qasê 2 milyard Dolar pere, bi malbatên goriyên bûyera terorîstî a 11’ê Sebtember ê, û herweha 5 milyard Dolar jî, bona wêraniya bi sedema wî bûyerî, cerîme kir.